Rizgariya Til Koçer li Dêrikê bi meşekê hat pîrozkirin

Rizgariya Til Koçer li Dêrikê bi meşekê hat pîrozkirin

Ji bo serketina YPG’ê li herêma Til Koçer li dijî çeteyên DAIŞ’ê û Eniya El-Nusra, bi hezaran Kurdistaniyên li herêma Dêrikê êvara din bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger meşiyan.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Dêrikê ji bo serketina YPG’ê li dijî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) û Eniya El-Nusra meşek lidar xist. Meş bi beşdariya hezaran ji welatiyan ji Meydana Azadî dest pê kir û bi durişmên “Şehîd namire û bijî berxwedana YPG’ê” li nava kolanên bajêr heta pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger dewam kir.

Piştre Endama Yekîtiya Star Perwîn Ehmed axivî û serketina YPG’ê li gelê Rojava pîroz kir. Her wiha berxwedana YPJ’ê li hemû jinan pîroz kir.

Di meşê de jinan bi cilên folklorî cih girtin û wêneyên şervanên YPG’ê ku di berxwedana Til Koçer de jiyana xwe ji dest dan û alên YPG û YPJ’ê bilind kirin.

Meş bi stranên Pop ên ciwanê Kurd Arcanwa û dîlanê bi dawî bû.