RJAK’ê bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanya YJA

RJAK’ê bi daxuyaniyekê piştgirî da kampanya YJA

RJAK’ê îro li Navçeya Ranyayê daxuyaniyekî çapemeniyê pêk anî. Rêxistina Janên Azadên Kurdistanê (RJAK) di daxuyaniya dayîn de piştgiriya xwe ji bo kampanya YJA’yê a binavê “bi jina azad berbi neteweya demokratîk ve” nîşan da.

Îro li Navçeya Silêmaniyê Ranyayê a Başûrê Kurdistanê Rêxistina Jinên Azadên Kurdistanê (RJAK) daxuyaniyekî çapemeniyê pêk anîn. Di daxuyaniyê de RJAK’ê piştgiriya xwe nîşanî kampanya Yeketiya Jina Azad (YJA) a bi navê “bi jina azad ber bi neteweya demokratîk ve” da.

Daxuyaniya ku ji aliyê RJAK’ê ve hat dayîn hejmarekî zêde a jinan ji navçeyên Ranya û Kaladizê beşdar bûn. Di daxuyaniya çapemeniyê de di serî de endama RJAK’ê Tîrîfa Îbrahîm axaftinek kir. Îbrahîm di axaftina xwe de keyfxweşiya xwe a ji bo wêneyê dawî yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Îmarlî hatiye kişan nîşan da.

Piştî axaftina Tîrîfa Îbrahîm daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Lavan Elî Îsmaîl ve hat xwendin. Lavan Elî Îsmaîl wiha got:“Yek ji hîmên bingehîn yên demokratîk bûna civakê hebûna jina azade. Lê belê ji ber nebûna jina azad îro civaka me bi gelek êş û xeteriyên mezin re rû bi rû bûye. Jin erkî serek di demokratîkbûna civakê de digire li tevaya Cîhanê de jî îro ev yek di kesayeta jina Kurd de xwe îspat kiriye û ji bo Cîhanê jî bo mînakek.”

Îsmaîl diyar ku hemû ew desthilatdariya babik salarî, destdirêjiya li hember jinê, qetil kirina jinê û tûndiya li ser jinê tê hewildan ku bi rêya van pêşiyê li azadbûna jinê bigirin û wiha got: “Ev kampanya ku hatiye destpê kirin bi armanca azadbûna jinê di hemû aliyên siyasî, çandî û di rêvebirina civakê de cih bigirin ye. Wê ti tiştek nikare pêşî li pêşketin û azadiya jinê bigire.”