RJAK seminerên li dijî şîddeta li hember jinan li dar dixe

RJAK seminerên li dijî şîddeta li hember jinan li dar dixe

Rêxistina Jinên Azadîxwazî Kurdistan (RJAK) der barê şîddeta li dijî jinê de li dibistanên amadeyî yên keçan semîner li dar xistin. 

Li Herêma Federal a Kurdistanê Rêxistina Jinên Azadîxwazî Kurdistan (RJAK) di çarçoveya xebatên xwe de li Dibistana Amadeyî ya Keçan Arya û Dibistana Amadeyî ya Keçan a Xebat derbarê şîddeta li dijî jinê de semîner li dar xistin. Di semînera Dibistana Amadeyî ya Keçan a Arya de Sînor Îbrahîm diyar kir ku her diçe di nav civakê de şîddet zêde dibe û bi taybet jî li dijî jinê. Îbrahîm axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro hûn rewşenbîr in, lewma pêwîst e hûn karibin ji civakê re pêşengîyê bikin. Civakê ronî û zana bikin.” Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku pêwîst e li hember zîhniyeta zilam a serwer li gor heqîqetê bibin xwedî helwest. 

‘DIVÊ EM DAHATÛYEKE BI ZANIST AMADE BIKIN’

Di semînera Dibistana Amadeyî ya Keçan a Xebat de jî Zeynep Germiyanî ku semîner bi rê ve bir got, “Zihniyeta pênc hezar sal a baviksalarî pêwîst e hûn bi awayekî zanistî analîz bikin û bibin xwedî helwest.” Germiyanî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser van xalan, “Gelek cureyên şîddetê hene û ev li hember jin û keçên me tên bikaranîn. Lewma divê em dahatûyeke bi zanist amade bikin û bibin xwedî helwest.”