Di Rapora Mafê Mirovan a 2011 ya ji aliyê Wezareta Derve ya DYA’yê ve hat amadekirin de rexneyên giran li Tirkiyeyê hatin kirin. Dozên KCK’ê, Komkujiya Roboskiyê, êrîş û zextên li ser çapemeniyê û kesên di xwepêşandanan de tên kuştin di raporê de cih girtin.
Di rapora DYA’yê de hat gotin ku di sala 2011 de hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê berpirsê kuştina 58 sivîl û 25 birîndarên giran e. Li gorî raporê di 10 mehên dawiyê yên sala 2011 de 303 jê PKK’yî, 220 leşker û polîs, bi giştî zêdetirê 500 di pevçûnên qewimîn de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de tê gotin ku balefirên şer ên dewleta Tirk di encama bombebaranê de 34 gundiyên Kurd li Roboskiyê kuşt.
CIHEK BERFIREH DA BÛYERA HOPAYÊ
Di raporê de bûyera Hopa ya ku di dema xwepêşandana li dijî Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan de li navçeya Hopayê qewimîn û Metîn Lokumcû jiyana xwe ji dest da, 28 kes hatin dadgehkirin. Her wiha, bûyera îşkenceyê ya li Îzmîrê li hemberî Feyziye Cengîz pêk hat jî di raporê de cih girtin û hat gotin ku 419 bûyerên îşkenceyê qewimîne.
MIRINÊN LI GIRTÎGEHAN
Di raporê de tê gotin ku di sala 2011 de 27 girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane û bal kişand ku ji kapasîteya girtîgehan zêdetir, girtî di girtîgehan de ne.
Di raporê de hat destnîşankirin ku CPT’yê der barê mijarê de raporeke pir bi fikar amade kiriye û hat piştrastkirin ku herî kêm 240 girtî nikarin ji mafên tendurisiyê sûd werbigiein.
DOZA KCK’Ê
Di rapora DYA’yê de tê gotin ku bûyerên girtinan ên ku her roj li hemberî BDP’yiyan pêk tên, bûne bûyerîn rûtîn û cihek berfireh da operasyonên di bin navê KCK’ê de tên meşandin. Di raporê de tê bibîrxistin ku daxwaza parastina bi Kurdî ya girtiyên ji doza KCK’ê tê redkirin û Kurdî weke “zimanê nayê zanîn” dikeve nava girtekan û rexne li hikûmeta AKP’ê tê kirin. Di raporê de tê gotin ku zêdetirê 4 hezar doz û lêpirsîn li hemberî BDP û endamên BDP’ê berdewam dikin.”
AZADIYA ÇAPEMENIYÊ
Di raporê de cihek berfireh dan azadiya çapemeniyê jî û hat diyarkirin ku ji ber berfirehiya pênaseya Zagona li Dijî Terorê (TMK) azadiya çapemeniyê sînordar dibe. Di raporê de bal hat kişandin ku bi taybet çapemenî û weşana alîgirê Kurdan bi zextan re rû bi rû dimînin. Tê gotin ku di sala 2011 de 70 pirtûk û kovar hatine qedexekirin. Her wiha, azadiya înternetê jî di vê çarçoveyê de hat nirxandin û fîlterkirina li ser înternetê rexne kir.