Roja Kurdistanê ji Rojava hiltê
Roja Kurdistanê ji Rojava hiltê
Roja Kurdistanê ji Rojava hiltê
Di vê dema ku şerekî dijwar li Surî diqewime û çavên herkesî li ser berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê ye, şandeyek ji PEN a Kurd, di 27'ê Îlonê de serdana Rojavayê Kurdistanê kir. Şandeya ku ji serokê PEN ê Şêxmus Sefer, cîgira serok Bêrîvan Doskî, endam û edîtorê Kovara W Omer Fîdan pêk dihat gelek saziyên civakî û rewşenbîrî yên Rojavayê Kurdistanê ziyaret kirin û bi xelkê rojava re dan û stendin. Di vê dema ku gelek kesên nivîskar û rewşenbîr jî di nav de, rewşa Rojavayê welêt ji dûr ve dişopînin û meraq dikin, me xwest dîtin û çavdêriyên şandeya PEN a kurd bizanin û hevpeyvîna ku me bi Birêz Bêrîvan Doskî û Şêxmus Sefer re çêkirî bi xwendevanên xwe re parve bikin.
- Hûn wek rêveberiya PEN a kurd çûne Rojavayê Kurdistanê. Armanca vê serdana we çi bû, gelo ev cara yekem e ku heyetek ji PEN a kurd diçe serdana vî beşê welat?
Bêrîvan Doskî: Yek ji armancên hatina PEN a Kurd bo Kurdistanê û lidarxistina Kongra 8 an a Navenda PEN a Kurd li Amedê di meha 4 an a îsal de ew bû, ku xebata navxweyî ya Kurdistanê xurt bike û li her çar perçeyên welat çalakiyan lidar bixe. Nivîskarên Kurd nêzî hev bike û xizmeta wêje û zimanê Kurdî li sertaserê welat bike. Ji ber wê jî piştî kongra Amedê rêveberiya Navenda PEN a Kurd hin civîn li Başurê Kurdistanê jî lidarxistin û pilansaziya çûna beşên din ên Kurdistanê kir. Mixabin ji ber rewşa nelibar li Rojhilatê Kurdistanê û bi armanca parastina nivîskarên Rojhilat û tirsa ku bi egera çûna rêvebirya PEN a Kurd nivîskarên Rojhilatê rastî girtin û zindankirinê bên ji aliyê rejîma Îranê ve, biryar hat girtin ku çûna Rojhilat bê paşxistin lê ya Rojavayê Kurdistan, bi lezgînî bê encam dan bi armanca ditin û civînan bi nivîskarên Rojava re û rawestan li ser rewşa zimanê Kurdî û xwe nasandin û nasîna nivîskarên Rojava û ast û pirrengiya çapemeniyê û di heman demê de jî piştgîriya nivîskar û saziyên civakî û rewşenbirî û tevaya gelê me ku niha di rewşeke dijwar de, di bin çembereke sext de jiyanê derbas dikin.
'ENDAMÊ NETEWEYEKÊ ÇAWA DIKARE LI PÊŞBERÎ KUŞTINA JIN Û ZAROKAN BÊDEN BIMÎNE?'
Şexmus Sefer: Me wekî rêvebiriya PEN a Kurd zûde biryar dabû ku em biçin Rojavayê Kurdistanê. Bi taybet jî biryara me ya dawî ew bû ku piştî Kongreya Neteweyî ku wê li Hewlêr’ê lidarbiketa, em ji wir, ji başûr yekser derbasî Rojava bibûyana. Lê mixabin ji ber kongre taloq bû û piştî wê me jî amadehiya kongreya PEN a Navneteweyî kir ku li Îzlanda’yê lidardiket, encex bi vegerê çûyîn bû qismetê me.
Sereke armanca vê serdanê piştgiriya gelê Rojava bû. Eger hûn endamekê netewekê bin û di ser de jî di sazî û dezgehên wê de kesên çalak bin çawa dibe ku hûn li hember zext û zordariyên dijminên gelê xwe bêdeng bimînin? Çawa hûnê karibin gava zarok û jin têne kuştin li mala xwe di nav zarokên xwe de rûnên û wekî ku tiştek “nebûyî” tevbigerin?
Em li ser navê PENê şandeya yekemîn bûn ku em derbasî Rojava bûn. Ez bawerim wekî saziyekî sivîl jî bi fermî yê yekem em bûn ku çûne Rojava. Piştî me anha hin parlementer û şaredarên Kurd yê Tevgera Jinan, ev sê rojin li Hewlêrê li benda destûra Rêvebiriya Herema Kurdistanê ne ku derbasî Rojava bibin. Me ji wir bi rêya televizyon û çapemeniyê bangî hemû sazî û dezgehên Kurdan kirin ku Rojava tenê nehêlin. Vê serîlêdanê jî em kêfxweş kirin.
'GIRAVA ÇEMBERKIRÎ YA ROJAVA, DERIYÊ AZADIYÊ YÊ KURDAN E'
- Hûn li rastî çi hatin li Rojava, hest û hîsên ku we di destpêkê de jiyan?
Bêrîvan Doskî: Gava em çûn Rojava me wisa hizir dikir ku hemû herêmên Kurdan di bin şerekî dijwar de ne bi çeteyên tundrew ên cihadî re û ihtimalek mezin heye em jî rastî êrîşên çeteyan bên. Lê piştî ku em derbasî aliyê din ê sînor bûn û di rê de gund bi gund û bajar bi bajar heya gehiştîn Qamîşlo û me dît ku gelek ji axa Kurdan niha di bin destê Kurdan de ye û me bi çavên xwe dîtîn çawa keç û xortên gelê me li kêleka hev bergiryê dikin û weke lehengan li hemû xalên pişkininê rawestane bi çavên vekirî ji her êrîş û metirsiyekê û bi dilekî mezin û canekî amade ji bo xwe fidakirina gel û xak û doza xwe. Gava ku me wisa dît, ev bû moralekî ji me re û şanazî û serbilindiyeke mezin. Piştre me serdana gelik ciyan kir u agahî girtin û ji nêz ve dît çawa gelê me bi awayekî kesnedîtî û bi tenê û bê xwedî û bê alîkarî berxwedaneke bê wêne û bi iradeyeke hesinîn dastanan divehîne ew bawerî ji me re çêbû ku a niha li Rojava dîroka Kurdan tê nivîsandin, a niha Girava çemberkirî ya Rojava deryê azadiya Kurdane, a niha roja Kurdistanê ji Rojava re hiltê.
Şêxmus Sefer: Pêşî vê bêjim. Berî em biçin Rojava hin tirs û gumanên me hebûn, bêtir di hêla civakî de . Yanî me digot rewşa gelê me li wir pir xirabe û em ê xwe pir adiz hîs bikin û eger em bêçare bimînin gelo em ê karibin çi bikin? Tenê çûyîneke “zuwa” wê bikêrî çi were? Lê bi gavavêtina Rojava me dît ku rewş ne wisa ye. Ji deriyê Sêmalka prosedurek dest pêdike û heta dîsa tu vegere deriyê Sêmalka ev prosedur berdewam e. Hêdî hêdî binesaziyek li Rojava tê avakirin bi hemû sazî û dezgehên xwe. Tiştê yekem mirov li wir dibîne moralekî xurt e. Tu dibêjî qey li wir şer tune. Jiyane asayî berdewam dike. Ez bawerim ev yek jiber gel baweriya xwe zêde zêde bi xort û qîzên xwe tînin ku her yek wekî lehengekî parastina ax û gelê xwe dike. Dibe ku di destpêkê de tirs peyda bibe û hin kes bajarên xwe terikandibin lê pêre rewş aram bûye. Ez berî şer jî du sê carên din çibûm Rojava lê vê carê hestên min cudabûn. Kêfa min di rewşa normal de ji tu desthilatdariya re nayê lê nizanim çawa bû, gava ez li çav xort û qîzên bîst salî ketim ku di her noqteya bajêr de gelê xwe diparêzê mûyên laşê min rabûn. Bi heyecanbûm û min fêmkir ku êdî tu hêz nikare lihember azadiya gelê Kurd bisekine.
- We rewşa nivîskar û rewşenbîrên wir çawa dît?
Bêrîvan Doskî: Weke em hemû dizanin Rojava warê gelik lehengên wêje û rewşenbîriya Kurdan e. Mîna Cegerxwîn, Mîr Celadet Bedirxan, Nûreddin Zaza û bizavek xurt a rewşenbîriyê li Rojava de ye. Ji mêj ve û heya niha lê mixabin rewşa siyasî a yeknegirtî bandor li bizava rewşenbîrî û ji hev dûrketina nivîskaran jî kiriye. Ciyê dilxweşiyê ye ku gelik saziyên rewşenbîrî û çapemeniyê hatine danîn û xebata xwe birêve dibin li bin van şert û mercên dijwar de. Lê ya ku ji bo me tiştê herî xweş bû û me hêvî dikir ku bibînîn, rewşa zimanê Kurdî bû ku niha di hemu astên xwendinê de tê fêrkirin û di demên bê de wê hemu babet bi Kurdî bên xwendin. Ya may bêjim ku gund û bajarên Kurdan bi Kurdî jiyan dikin û reng û ruyê Kurdewarî bi hemu awayan xuya ye.
Şêxmus Sefer: Ez bawerim kêm zêde em hemû dişibin hev. Nivîskar û rewşenbîrên başûr an bakur çawa bin yê rojava jî wisa nin. Bi çûyina me moraleke mezin girtin. Pir kêfxweşbûn. Piştî gera me ya sê rojan roja dawî me bi nivîskarên Rojava re civînek lidarxist û kesên şert û mercên wan guncawbûn bûne endamên PENa Kurd. Peyva nivîskar û rewşenbîr pir bihevre tê gotin û nivîsandin lê ez dixwazim di vir de tiştekî bêjim. Herkes dikare bibe nivîskar. Lê rewşenbirî tiştekî din e. Eger em li ser Rojava mînak bidin; kesê ku dixwaze navberî têxe navbera rêxisitnên Kurdan û eger şaşitiyên wan hebe - bi awayekî avaker ne belavker –nebêje û li gorî berjewendiyên gel tevnegere dibe ku ew kes bibe nivîskar. Li gorî min rewşenbîr ew kese ku karibe tenefusî her xala civaka xwe bike. Eger netewa wî bindest be jibo azadiya netewa xwe karibe her tiştî bike. Kalekî oldar jiber nikare gelê xwe biparêze bi awayekî fizikî bi duayên xwe tevlî xort û qîza bibû. Rewşenbiriya berbiçav kalê heftê salî dikin li Rojava. Lê mafê tu kesî tuneyî li ser navê nivîskar û rewşenbiriyê cudahiyê têxe navbera berjewendiyên gelê Kurd. Jixwe gava li gorî “rewş” û “bîra” civakê tevnegerin wê tu giraniya wan kesan li ser civaka wan jî nebe.
- Bi giştî rewşa xelkê wir çi bû? Pêdiviyên Rojavayiyan bi çi heye?
Bêrîvan Doskî: Em wek kes û wek şanda saziyekê ketin kirîzeke wicdanî û derûnî, ji ber ku ji aliyekî em gelek şanaz û serbilind bûn bi berxwedana qehremanî ya gelê xwe, lê ji aliyekî din ve wicdan û ruh û derûniya me kete êşeke mezin a xema Rojava ya bi tenê û bê kes. Rojava ya ku cihanê pişta xwe dayê û hêlaye ku rastî êrîşên çeteyan û rejima Suriyê û bêbextên der û dor tên. Ew Rojava ye ku Kurd jî a niha bi hewara gelê xwe yê li wir nayên. Ew Rojava ya ku destanên lehengiyê û qehremaniyê di vehîne. Ew Rojava ya kû jina Kurd ji nû ve dîroka xwe bi destê xwe û bi xwîn û xebata xwe dinivsîne. Ew Rojava ya ku bê derman e, bê alîkari ye, bê bijîşk û doktor e û bê hemu pêwîstiyên jiyanê ne. Ew Rojava ya bi tenê û bê kes e.
'ÇIMA BIJÎŞKÊN KURD ÊN LI PERÇEYÊN DIN ÊN KURDISTANÊ NAÇIN HEWARA ROJAVA?'
Şêxmus Sefer: Wekî min di serî de jî got rewşa xelkê me tiştê me dît baş bû. Jiber şertên şer buhayî zêdebû ku ev yek bihevgirtineke xurt dikare çareser bibe. Yanî wê di van şertên awarte de kes ji birçîna nemire. Lê bi rastî jî pêwistî bi kesên “kalifiye” heye, bi kesên di beşa xwe de pispor. Em çûn serdanan birîndaran li Qamişlo. Li wir bijîşk tunebûn. Yê hebûn jî jiber dikevin gelek emeliyata derman di çogê wan de nemane. Bijîşkên hene gelek ji wan bajarên xwe terkirine û çûne başûr an cihekî din. Me behsa niviskarî û rewşenbiriyê kiribû li jor. Mesele ev e. Mirovek eger bi xwedî wicdan bi çawa dikare kesekî ku pêwistî pê hebe li dû xwe bihêlê û biçe. Bi rastî gava em çav wan dîmenên nexweşxaneyê ketin agir bi kezeba me ket. Hin kes jiber derfêtin wir kêmin divê biçin başûr an bakur emeliyat bibin û ji hin kesan re jî derman bi lezginî pêwist bû û mixabin liber destê wan tunebû. Ev bijîşkên Kurd piştî vê rewşê xwe çawa hîs dikin meraq dikim? Yan jî em bêjin Odeya Bijîşkan ya Amedê çima jibo her beşê bijîşkekî xwe jibo hefteyekê an mehekê naşîne Rojava? An bijîşkên başûr qet fikirîne ku herin bi hewara nexweşên Rojava ku liber mirinê ne? Ma em ne neteweyekin û her çaraliyê me ji hêla dijminên Kurdan ve hatiye dorpeçkirin û pêwistiya zarokên me bi me heye. Eger em îroj neçin dê kengî emê ji xwe re bêjin em Kurdin?!
- Li gor we nivîskar û rewşenbîrên kurd bi giştî li hember rojava têra xwe hişyar in û piştgiriya xwe nişan didin an kêm dimînin?
Bêrîvan Doskî: Bi dîtina min Rojava qedera gelekî ye û deriyê azadiyê ji hemu Kurdistanê re vekiriye. Nahez û rejîmên dijber jî vê yekê dizanin û jiber wê jî hemû imkan li ber çeteyan vekirine da ku Kurdan ji holê rakin, jiber wê jî divya bû Rojava di rojeva hemu nivîskar û rewşenbîra de be. Dive rewşenbîr bibin pêşengên hişyarkirina raya giştî û vegotina êş û azarên Rojava ji cihanê re û banga yekîtiya gel. Diviyabû armancên yekîtiya kurdan kiriba û banga hemu hêz û çînên gel kiribana ji boy piştgîriya Rojava. Bi her awayî dive ev çembera li dor Rojava bê şikandin û em hemu li gelê xwe xwedî derkevin. Rewşenbîr jî dive pêgavekê zêdetir ji xelkê dinê ber bi heqiyê û dadmendiyê ve bavê, ger ku rewşenbîr di xizmeta gel û doz û heqiyê de nebe bi hest û helwêstên xwe ew ne rewşenbîr e.
'HEMÛ SAZIYÊN KURDAN AZMÛNETEKE BAŞ JI BO ROJAVA NEDAN'
Şêxmus Sefer: Li gorî min ne tenê sazî û dezgehên nivîskarî û çandê hemû saziyên Kurdan azmûneke baş jibo Rojava nedan. Hin parlementerên BDP’ê jibo li Parka Geziyê çend dar jê nebin xwe avêtin peşiya dozeran lê gava serê jin û zarokên Kurdan hatin jêkirin ez bawerim bi xweşkayî daxuyaniyek jî nedan. Bi giştî jî hemû rêxisitinên Kurdistanî yê ji derveyî Rojava mixabin tenê ”temaşe” kirin. Çend caran hin alîkariyên xwarinê wan kirin û çend caran jî hewildan ku biçin Serêkaniyê. Ew jî dewletê nehiştin biçin û vegeriyan malê xwe. Bi taybet Hukumeta Başûr li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevnegeriya û hinekî polîtikayên serdestên Kurdan diyarker bû di nezikayiyên Rojava de. Ev yek kir ku gelê Kurd di ruh de bişikê! Em dizanin ku gelê me yê başûr gava hemwelatiyên wan yê Rojava koçî başûr kirin bê çawa bi rojan alîkarî birin ji wan re. Lê tu kesî ev koçbûn hinekî jî bi polîtikayên Hukumeta Başûr re nefikirî an negot. Mixabin tu rêxistinên başûr yê niviskariyê hewl nedan ku werin û piştgiriyê bidin gelê xwe yê Rojava. Ev li gorî me kêmasiyek bû.
-Hun bi çi fikir û hestan ji wir zîvirîn, kar û projeyên we yên li ser rojava wê ji niha û pê ve çi bin gelo?
Bêrîvan Doskî: Rast e ku em bi morala lehengiya gelê Rojava ve zivirîn lê di nava evîna Rojava de heliyayin û ketin bin barê xema tenêtî û bêxwedaniya Rojava de. Em ê hewil bidîn li herderî û hemu wextan bala raya giştî bikşînîn ser rewşa Rojava. Em ê hewil bidin di demên bê de bi şandek berfirehtir herin û em ê rapor û agahiyên xwe bişînîn PEN a Navnetewî ku hemu nivîskar agahiyên rast bigrin û Rojava wê di rojeva PEN a Kurd û ya me de yek bi yek bimîne û ya ji me tê em ê bikin.
Şêxmus Sefer: Bi rastî em çûn hinekî moral bidin Rojava lê mala wan û roja wan ava be, wan moral da me. Em bi moraleke pir xurt û bi hestên tîr û tije yê Kurdewar vegeriyan. Naskirina ewqas sazî û mirovan, brîndarên ku bi zorê çavê xwe vedikirin û bi tiliyên xwe serkeftin ji me re dixwestin û ew kesên birîndarbûn ku digotin em roj berî rojê rabin û biçin bi alîkariya hevalên xwe ve...Dayika ku li nexweşxanê ku ji lingê xwe hatibû brîndarkirin û digot bila tişt bi zarê me neyê em bên kuştin jî nexeme...Ev hemû em hinekî din nêzîkî mirovahiya me kir. Tu projeyê me yê berbiçav tunene lê wekî PENa Kurd em ê dinav hemû xebat û alikariya Rojava de bin.
'ŞÊR ŞÊR BE, WÊ BI LEHENGIYA JINA KURD BE'
-Li gor ku tê gotin, şoreşa Rojavayê welêt, hinekî jî şoreja jina kurd e, çavdêriyên we çi ne di vê derbarê de? Vê pirsê bi taybet ji we dipirsim Bêrîvan xan.
Bêrîvan Doskî: Ez hergavê di wê baweriyê de me ku jina Kurd divê bibe sembola berxwedan û xwe ragiriyê li hemu cihanê, ev baweriye jî ne ji dîtineke neteweperstî an nîjadperestî an arrogant çêbûye, belku ji ezmûna jiyaneke bêbext a tejî zilm û zorî û agirbarîn bi ser serê gelekî xweragir û efsunawî ku bi sedan sal in liber xwe dide ji boy hebûn, ziman, maf, azadî û nasnameya xwe. Di van xalan de, jina Kurd roleke herî bilind hebuye. Ew hemu zordarî bi serê milettê Kurd hatiye lê jina kurd zimanê xwe parastiye û derbasî nifşên nu kiriye. Çand û kultura Kurdan bi devkî parastiye, qurbaniyên herî mezin dane ji boy parastina gelekî.
Herdemê ez şanaz û serbilindim bi lehengiya jina Kurd, lê ya ku niha jina kurd dike li Başurê Rojavayê Kurdistanê gehiştiye asteke afsunawî. Jina Kurd, a niha li Rojava, dîroka xwe bi destê xwe dinivîsîne. Eger em xelkekî bi tenê û bêkes nebane wê niha pesna jina Kurd li ser taserê cihanê gihabu perên asimanan. Jina Kurd di hemû dînamîkên civakê de xwe bi rêxistin kirine û beruvajiyê rewşa nelibar a jinê di civakên Rojhilata Navîn de, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê, di avakirina hemû qadên jiyanê de rol û rêberiyeke jina kurd a gelik berbiçav heye. Min ji wan jin û mêrên xebatkarên ku me dîtîn daxwaz kir ku ji niha de di hemu qadan de li navendên biryaran bala dest bin daku di qonaxa piştî şer de neyên perawêz û çarçove kirin mîna piraniya şorişan li cihanê. Lê bersiva wan jinan ew bû ku pilansaziya xwe ji boy hertiştî kirine û îdî nema kes dikare rê liwan bigre. Jibe rku di rêvebiriya hertiştî de xwedî rol û bandor û inisyatîv in.
Min çend bawerî hebu bi gelê me û bi jina Kurd, iro, niha, li Rojava ez gehiştim wê baweriyê ku em xwedî serbilindiyeke bê mînakin bi saya serê jina Kurd. Qehremanî û lehengîya jina Kurd wê bibin efsane û nifşên nu pê bihên xwedî kirin.
Mezina gotiye: şêr şêr e çi jin çi mêr e, lê li gor ya min dîtî li Rojava, ez dibêm, ger şêr şêr be wê bi lehengiya jina Kurd be…..Heyranî wê rumetê bim ez…..