‘Rojava, gelê Kurd bi xwe ye’

‘Rojava, gelê Kurd bi xwe ye’

Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Rojava, li Qada Galatasarayê xwest ber bi Rawestgeha Tramvayê ya Taksîmê bimeşe, lê li astengiya polîsan rast hat. Girseya gel li dijî helwesta kêfî ya Walîtiya Stenbolê bi çalakiya rûniştinê nerazîbûn nîşan da û hişyarî da hikûmeta AKP'ê ku piştgiriya xwe ya ji bo çeteyan bi lezgînî rawestîne. Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel li vir axivî û destnîşan kir ku Rojava tê wateya tevahiya gelê Kurd. Tûncel hişyarî da ku eger bêdengiya li hemberî komkujiya li dijî Kurdên li Rojava dewam bike, wê pêvajoya çareseriyê rawest e."

Li gel Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel û Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat girseya gel li Qada Galatasarayê li hev kom bû û xwest ber bi Rawestgeha Tramvayê ya Taksîmê bimeşe. Lê belê polîsên Tirk bi maşînên zirxîn "TOMA" pêşî li girseyê girtin. Girseya gel jî ji bo vê helwesta kêfî şermezar bike, çalakiya rûniştinê pêk anî.

‘EGER PIŞTGIRIYA JI BO ÇETEYAN NEYÊ SEKINANDIN, WÊ PÊVAJO NEMEŞE’

Parlamentera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tûncel di axaftina xwe ya li vê derê de nerazîbûn nîşanî helwesta kêfî ya polîsan da û got, "Emniyeta Stenbolê pêşî li meşa me girt û dibêje ew bi cemtilmenî tevgeriyane. Em jî dizanin ku awayekî centilmenî bersiva vê bidin, bila vê li cihekî binivîsînin."

Tûncel da xuyakirin ku pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê pêwendiya xwe bi Rojava re heye û ev hişyarî da hikûmetê; "Rojava tê wateya hemû Kurdan. Eger bêdengiya li hemberî komkujiyên li Kurdan tê kirin dewam bike, wê pêvajo nemeşe. Dest ji destekkirina van çeteyan berdin. Ji bo alîkariya însanî derbas bibe, deriyên sînor vekin."

Tûncel diyar kir ku divê êdî Tirkiye qebûl bike ku bi Kurdistanê re cîran e û got, "Cîranên Tirkiyê Kurdistan e. Ev rastiyeke. Tirkiyê bi PYD'ê re hevdîtin pêk anî. Divê ev hevdîtin ji niha û pê ve jî dewam bikin. Pêwîste li Rojava dijminahiya PYD'ê neyê kirin, bi PYD'ê re di nava dostaniyê de tevbigere."

‘KES NIKARE LI PÊŞBERÎ ŞOREŞA ROJAVA RAWEST E’

Piştî Tûncel Parlamentera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat bi Kurdî axivî û bal kişand ser şoreşa Rojava û got, "Gelên cîhanê bi Rojava re dîtin ku şoreşa gel çawa pêk tê. Ji ber ku gelê li wê derê, ne bi destê deshilatdaran bi hêza xwe gav bi gav hat roja îro. Kes nikare li pêşiya gel bisekine. Eger tirsa we şoreşa Rojava be, baş bizanibin ku kes nikare xwe pêşberî vê şoreşê bigire."

Piştî çalakiya rûniştinê, ciwan meşiyan Tarlabaşi, li vê derê ji bo demekê rê li trafîkê girtin û dûre dawî li çalakiya xwe anîn.