Rojava nifir li komployê kir

Rojava nifir li komployê kir

Li seranserî Rojavayê Kurdistanê li bajarên Tirbespiyê, Serêkaniyê, Hesekê, Dirbêsiyê û Kobanê komploya 9’ê Cotmehê ya navneteweyî hate şermezarkirin. Di çalakiyan de dilsoziya bi xeta azadî û demokrasiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat nîşandan. 

SERÊKANIYÊ: Li Serêkaniyê bi armanca şermezarkirina komploya 9’ê Cotmehê bi dehan kes li ber Parka 4’ê Nîsanê hatin cem hev û xwepêşandan lidar xistin. Xwepêşandaran çalakiya xwe bi rêzgirtinê destpêkirin. Piştre li ser navê Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Star daxuyanî hatin xwendin. Di daxuyaniyan de komplo hate şermezarkirin û soz hate dayîn ku gelê kurd heta dawiyê li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo demokrasî û aştiyê bimeşin.

Piştî xwendina daxuyaniyan welatiyan bi diruşmeyên dilsozî û piştgiriya bi berxwedana Ocalan re dawî li çalakiya xwe anîn.

TIRBESPIYÊ: Bi heman armancê TEV-DEM’ê û Yekîtiya Star li navenda Çand û Hunerê ya Tirbespiyê civînek lidar xist. Civîn bi beşdariya dehan kesî ku nûnerên Asûrî û Sûryanî jî di nav de bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Hisên Koçer axivî û komploya navneteweyî şermezar kir. Koçer bal kişand ser rewşa li Rojava û da zanîn ku şoreşa rast û aştiyane ya gelê Kurd e. Di civînê de peyamên partiyên Suryanî û Asûriyan ên şermezarkirina komployê jî hatin xwendin.

Li aliyê din jî Tevgera Ciwanên Şoreşger li Tirbespiyê meşek lidar xist. Meş ji ber navenda Tevgera Ciwanan a bajêr destpê kir û li meydana Şehîd Luqman bi dawî bû.  Meşvanan ku posterên Ocalan, al û sembolên kurdî wergirtibûn bê navber diruşmeyên dilsoziya bi Ocalan re berz dikirin.

Meş bi axaftina Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger Demhat Keyan bi dawî bû. Keyan di axaftina xwe de komplo şermezar kir û da zanîn ku gelê kurd dê dest ji xeta Ocalan bernede.

HESEKÊ: TEV-DEM’ê bi heman armancê li bajarê Hesekê jî 2 civînên lidar xistin. Civînek li taxa Nasra û civînek li taxa Miftî bi beşdariya sedan kesî bi rêzgirtin destpê kirin. Di herdu civînan de endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Zelal Ciger axivî. Ciger da zanîn ku komplo di kesayeta Ocalan de li dijî hemû gelê kurd pêk hatiye. Ciger destnîşan kir ku gelê kurd bi berxwedana xwe ya nîşan daye komplo pûç kiriye.

Di civîna taxa Miftî de jî endamê YPG’ê Rustem Hesekê axivî û bal kişand ser berxwedana li Rojava. Hesekê komploya navnetwî şermezar kir.

Di dawiya civînan de li ser qonaxên berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hin ji axaftinên Ocalan ên berê sînevizyon hate pêşandan.

DIRBÊSIYÊ: Bi heman armancê li Dirbêsiyê jî TEV-DEM’ê civîna gel lidar xist. Civîn bi beşdariya sedan kesî li navenda Çand û Hunerê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Numan Erebû axivî û komploya navnetewî şermezar kir. Erebû, dazanîn ku armanca komplogeran ew e ku gelê kurd û Ocalan ji hev dûr bixin û got: ‘‘ Bi xwedî derketina gelê kurd a li Ocalan komplo vala hatiye derxistin.’’

KOBANÊ: Li Kobanê jî hezaran kes ji bo şermezarkirina komploya navnetewî meşiyan. Meşa ku ji aliyê Meclisa Gel a Kobanê û Mala Gel ve hatibû organîzekirin bi beşdariya hezaran ji şêniyên bajêr û nûnerên partiyên siyasî ji meydana Azadî destpê kir. Meşvanên ku bê navber diruşmeyên ‘‘Bijî Serok Apo’’ berz dikirin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM’ê, PYD’ê û YPG’ê, her wiha pankartên bi nivîsên ‘‘Em Şoreşa Rojava diyarî Rêber Apo dikin’’ û ‘‘Hêzên nijatperest dê bimirin’’ vekiribûn heta taxa Meştenûr meşiyan.

Li vir meş veguherî mitîngê û axaftin hatin kirin. Di mitîngê de li ser navê TEV-DEM’ê  Mehmûd Beşrî, li ser navê Yekîtiya Star Sara Xelîlaxifîn. Di axaftinan de komplo hate şermezarkirin.

Li aliyê din jî navenda Zanist û Perwerdeya  Jinan daxuyaniyek li ber avahiya navendê dan. Di daxuyaniyê de komploya 9’ê Cotmehê hate şermezarkirin û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.