Rojavayiyan cejna pakrewanan pîroz kirin
Rojavayiyan cejna pakrewanan pîroz kirin
Rojavayiyan cejna pakrewanan pîroz kirin
Rojavayî bi munasebeta Cejna Qurbanê bi girseyî çûn serdana goristanên şehîdan. Welatiyan gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan, her wiha li ser gorstanan axaftin hatin kirin. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim ji girseya welatiyan re axivî û got ku ew xwedî şanseke mezin in ku kurê wî Şervan ew kirine yek ji malbatên şehîdan.
QAMIŞLO
Li Qamişlo bi dehan kes ji saetên sibê ve çûn serdana goristana Şehîdan a Delîl Sarûxan. Li ser goristanê axaftin hatin kirin û soz hate dayîn ku gelê kurd dê heta dawî li ser riya şehîdên xwe bimeşe.
KOBANÊ
Li Kobanê îro saet di 08.00’an de welatî li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û ji vir berê xwe dan goristana Şehîdan a li gundê Termik. Welatiyan guzên gulan danîn ser gorên şehîdan.
DÊRIK
Li Dêrikê û Girkê Legê jî bi sedan kes çûn serdana Goristana Şehîd Xebat Dêrik. Welatiyên ku ji malbatên Şehîdan û endamên sazî û dezgehên civakî pêk dihatin saet di 07.00’an de li meydana Azadî kom bûn û ji vir berê xwe dan goristanê. Di nava welatiyan de Hevserokê PYD’ê Salih Muslim jî hebû. Li vir Hevserokê PYD’ê Salih Muslim axaftinek kir û diyar kir ku ew xwedî şans e ku kurê wî şervan ew kirin yek ji malbatên Şehîdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em careke din soza xwe bi şehîd Xebat Dêrik re nû dikin ku em ê tu carî dest ji şopa wî bernedin.”
HESEKÊ
Li Hesekê jî îro saet di 07.00’an de bi sedan kesî berê xwe dan goristana Şehîdan a li gundê Dawidiyê. Her wiha welatiyan serdana gora Endamê Rêveber a PYD’ê Ehmed Husên Husên (Bavê Cûdî) ku li goristana Tel Mitib hatiye definkirin.
DIRBÊSIYÊ
Li Dirbsêiyê îro di saetên sibê de bi sedan kes ji Til Temir, Dirbêsiyê û Serêkaniyê serdana goristana Şehîd Rustem Cûdî a li gundê Berkeverê. Li ser goristanê axaftin hatin kirin û soza şopandina riya şehîdan hate kirin.
EFRÎN
Li Efrîn îro bi sedan kes ji saetên sibê ve çûn serdana goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefrê yê li Navçeya Cindirêsa Efrînê û Girstana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya navçeya Şera ya Efrînê. Li ser goristanan axaftin hatin kirin, her wiha welatiyan gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan.
AMÛDÊ
Li Amûdê jî bi sedan kes û endamên Saziya Malbatên şehîdan çûn serdana goristana Şehîd Îsmaîl Hogir.
TIRBESPIYÊ
Li Tirbespiyê jî bi sedan endamên Saziya Malbatên Şehîdan û şêniyên bajêr saet di 08.00’an de çûn serdana Goristana Şehîdan a li gundê Dugurê. Piştre jî welatî çûn serdana Gora Şehîdan ên li gundê Otilcan. Welatiyan gurzên gulan danîn ser gorên şehîdan.