Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnameger Cengîz Altun li ser gora xwe hat bibîranîn
Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Yenî Ulke Cengîz Altun ku di sala 1992'an de li Êlihê hat qetilkirin li ser gora xwe hat bibîrhanîn. Di merasima bîranînê de malbata Cengiz Altun, hevalên wî yên rojnameger û hempîşeyên wî amade bûn.
Xebatkarê Rojnama Yenî Ulke Cengîz Altun ku di 24'ê Sibata 1992'an de rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da, li ser gora xwe bi girseyî hate bibîranîn. Altun ku rastî êrîşa 4 kesan hat, li goristana Çamlica ya Êlihê hat bibîranîn. Di bernameya biranînê de xebatkarên rojnameya Azadiya Welat û Belavkariya Firatê, rêveberên BDP'ê, KURDÎ-DER, MEYA-DER, ÎHD û gelek kesên din amade bûn. Komê di merasimê de wêneyê Apê Musa û Cengîz Altun rakirin û qurnefil danîn ser gora Altun.
Dayîka Altun Turkan Altun, li ser gora kurê xwe dua kir û komê ji bo kesên di tekoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz girt. Nûnerê Rojnameya Azadiya Welat ê Êlihê Deniz Kiliç diyar kir ku, dema Cengiz Altun ji mala xwe diçû buroya rojnameyê ji aliyê 4 kesan ve hat qetilkirin û wiha got: "Rojnamegerên Kurd ji ber ku di serdema OHAL'ê de bûyerên tarî ronî dikirin dihatin qetilkirin. Cengiz Altun yekemîn şehîdê çapemeniya azade. Piştî Cengiz Altun hat qetilkirin Apê Mûsa, Yahya Orhan, Çetîn Ababay û bi dehan hevalên me hatin qetilkirin. Li gel hemû êrîş û qetilkirinê dîsa çapemeniya azad kevneşopiya xwe berdewam kir. Lê çi dibe bila bibe em dê tekoşîn û kevneşopiya hevalên xwe berdewam bikin."
ALTUN BI HELBEST Û SIRÛDAN HAT BIBÎRANÎN
Piştî Kiliç Rêveberê KURDÎ-DER'a Êlihê Zubeyîr Çelîk helbesta bi kurdî xwend û pişt re sirûda "Ey reqîb" hat xwendin. Piştre rêvberê BDP'ê yê Êlihê Mehmet Şîrîn jî bîranînên xwe yên bi Altun re jiyabû parve kir.
'EM DÊ TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN'
Hevalê Cengîz Altun rojnameger Hayrettin Çelîk jî diyar kir ku, li gel Altun demek dirêj bi hev re rojnamegerî kirin û wiha got: "Em dê têkoşîna hemû xebatkarên çapemeinyê yên ku di vê rêçê de jiyana xwe ji dest dane berdewam bikin. Ji ber ku me rûyê hêzên tarî ronî kir em hatin girtin û qetilkirin. Em dê di serî de rêça hevalê xwe Cengiz û hemû hevalên xwe berdewam bikin û em dê tekoşîna wan pêş bixin. Tu kes nikare me bêdeng bike."
Dayîka Altun Turkan Altun jî di derbarê jiyana kurê xwe de axivî û anî ziman ku, ji ber ku kurê wê têkoşînek serfiraziyê daye ew bi kurê xwe serbilind û kêfxweşe. Piştî dua û axaftinan merasim bi dawî bû.