Rojnamevan Denîz Firat li Hewlêr hat bîranîn
Rojnamevan Denîz Firat li Hewlêr hat bîranîn
Rojnamevan Denîz Firat li Hewlêr hat bîranîn
Rojnamevana Kurd Denîz Firat a di meha Tebaxê de dema nûçe dişopand di encama êrîşên çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, bi wesîleya 40 rojiya wefata wê de li Hewlêr hat bîranîn.
Xebatkara çapemeniya azad Denîz Firat ya 8’ê Tebaxê dema êrîşen çeteyên DAIŞ ên li hember Mexmûr û berxwedana li hember wan êrîşan dişopand di encama êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest da li bajarê Hewlêr ê Başûrê Kurdistanê de hat bîranîn.
JI ROJNAMEVAN HETA SIYASETMEDARAN TEVLÎBÛNEKE ZÊDE
Merasîm ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) û Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê ve hate lidarxistin. Di bîranînê de malbata rojnamevan Denîz Firat, Wezîrê Rewşenbîran Xalid Doskî, endamê Rêveberiya YRD’ê Mustafa Delen û rojnamevan Şoreş Mistefa endama RAJIN Ruken Şeyda Nadir, serok û endamên Desteya Rewşenbîrî, Ragihandin û Hunerî yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Çinar Seed endama Rêveberiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Parlamenterê PDK’ê Umîd Xoşnaw, PÇDK, Berpirsyara Giştî ya Meclîsa Jinan a Herêma Kurdistanê Pexşan Zengene, Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê Azad Hemed Emîn, her wiha hêjmarek nivîskar, rewşenbîr û bi sedan kes di merasîmê de amade bû.
Li ser dîwarên holê wêneyên mezin ên Denîz Firat hatin daliqandin. Mûmên ku hatibûn amadekirin ji bo bîranîna rojnamevan Denîz Firat ji aliyê malbatê ve hatin pêxistin. Her wiha rozetên wêneyên Rojnamevan Deniz Firat li ser hatin belavkirin.
LI ÇAR PARÇEYAN DIVÊ SENDÎKAYÊN ÇAPEMENIYÊ BÊN AVAKIRIN
Destpêkê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin û li ser navê Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Herêma Kurdistanê Azad Hemed Emîn axivî. Hemed Emîn got; “Denîz jî tevlî nava karwanên şehîdên çapemeniya azad a Kurdistanê bû. Heval Deniz bi şehadeta xwe careke din peyam da me ku, çawa weke nan û av pêwîstiya gelê Kurd bi yekîtiya neteweyî heye, wisa jî pêwîstiya me bi avakirina sendîkayek a rojnamevanên her çar parçeyên Kurdistanê heye.”
XWEDÎ CESARET Û EZMEKE MEZIN BÛ
Piştî axaftinê du helbestên bi zaravayê Soranî hatibûn nivîsîn hatin xwendin. Her wiha peyama Yekîtiya Ragihandina Demokratîk (YRD) jî hat xwendin.
Di peyamê de hat gotin: “Denîz keçeke sirgûnê bû. Penaber bû. Di her bîranîna wê de zext, îşkence, şewitandina gundan, êş û rondik hebûn. Kî dizanê dibe ku Denîz Firat ji ber vê rojnamevantî hilbijartibû.” Di peyamê de hat destnîşankirin ku Firat bi cesaret û ezmeke mezin ragihandina tiştên rû dane wek wezîfeyek exlaqî didît.
Peyam wiha dewam kir: “Ji ber ew şopdarek nebez a Apê Musayan, Gurbetelî Ersozan û Enver Polatan bû. Rojnamevanek bû ku ew di roja me de didan jiyandin û weke wan dijiya.” Di peyamê de hat ragihandin ku Firat bi wezîfeya xwe ya li Mexmûrê peyama yekîtiya neteweyî dida her kesî û wiha dewam dikir: “Di roja me de di serî de Rojava, li çar parçeyên Kurdistanê, gelê me ji bo pêşerojeke azad seferber bûye. Bi jin, zilam, îxtiyar û ciwanê xwe li hember her cure êrîşan bi topyekûn li ber xwe didin. Bihêzkirina vê berxwedanê û mayîndekirina vê wezîfeya me ya sereke ye. Ji lewra wek çapemeniya Kurd pêşxistina ragihandineke li ser esasê yekîtiya gelê me di asta herî jor de girîng e.”
DAYIK SULTAN: WAN SOZA XWE ANÎ CIH NIHA DOR A ME YE
Li ser navê malbata rojnamevan Denîz Firat, dayika wê Sultan Yildiztan axivî. Yildiztan destpêkê xêrhatina her kesî kir û spasiya amadekarên merasîmê kir. Yildiztan got, “Ez bi Denîz serbilind im. Dê kameraya wê bê xwedî nemîne. Li gel Denîz du xwişkên wê ên din jî di vê oxirê de jiyana xwe ji dest dane. Wan sozek dabû min, wan soza xwe pêk anî û canê xwe ji bo gelê xwe feda kirin. Niha dora min ez ê soza xwe pêk bînim. Ez niha deyndarê wan im. Ez soz didim di rêya wan de bimeşim. Ji bo azadiya Kurdistanê çi pêwîst be ez ê bikim.” Sultan destnîşan kir ku, niha li vir ez dibînim ên me ên Bakûr, başûr, rojava û Rojhilat hene. Yekîtiyek heye. Ya herî girîng jî yeketiya Kurdane. Dubare sipasiya we hemûyan dikim û dibêjim serkeftin dê ya me be.”
Piştî axaftina dayik Sultan Yildiztan, li ser jiyana Rojnamevan Deniz Firat sînevîzyona ku hatibû amadekirin, hate pêşandan. Piştî sînevîzyonê merasîma bîranînê bi dirûşmayên, ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.