Roketa çeteyan li Serêkaniya serxetê ket: Kesek mir

Roketa çeteyan li Serêkaniya serxetê ket: Kesek mir

Li navçeya Serêkaniyê ya binxetê şevê din heta dereng şer pêk hat. Di şer de guleyek roketê ya çeteyan derbasî ser xetê bû û li Navçeya Serêkaniya serxetê ket. Di encam guleyê de bavê 3 zarokan Îdrîs Akgul jiyana xwe ji dest da. 

Li Serêkaniya binxetê şevê din heta saetên dereng şer û pevçûna di navbera YPG'ê û El Nusra de berdewam kir. Di şer de guleya roketê ku ji aliyê El-Nusrayan ve hat avêtin derbasî ser xetê bû û li nava Serêkaniya serxetê teqiya. Di teqîna guleya roketê ya li Taxa Cumhuriyetê ya Serêkaniya serxetê de bavê 3 zarokan Îdrîs Akgul jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Akgul bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Di bûyerê de Derya Akgul jî birîndar bû. 

Şerê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên El Qaîdeyê de berdewam dike.