Piştî ku ajansa nûçeyan a fermî ya Koreya Bakûr aşkere kir ku bi awayeke serkeftî roketa Kwangmyongsong-3 avêtine fezayê, welatên herêmê ketin nava elarimê. Tê diyarkirin ku fezaya ku li ser rêgehê bi cih bû, ji bo armancên leşkerî bê bikaranîn.
Yek ji rayedarên rêveberiya Washingtonê ku nexwest navê xwe aşkere bike, vê nûçeyê piştrast kir û diyar kir ku ew ê piştre derbarê mijdarê de agahiyên berfireh bidin.
Rayedara/ê DYA’yî diyar kir ku li gel firandina vê roketê, Koreya Bakûr bi awayeke zêdetir nêzî pêşxistina fuzeyên menzîldirêj ên ku dikarin serikên nukelerî hilbigirin, dibe. Her wiha ragihand ku ji bo şopandina roketê, DYA’yê 4 keştiyên şer şandiye herêmê û bi qasî ku bikarin dê hewl bidin ku dê fuzeyê tune bikin.
Piştî hilavêtina roketê Serokwezîrê Koreya Başûr Lee Myung-bak bang li kabîneya wezîrên xwe kir ku bi awayeke lezgîn li hev bicivin. Nunera/ê NY’yê ya/ê Japonya banga civîna Konseya Ewlekariyê ya NY’yê kir.
Koreya Bakûr guhê xwe neda hemû nerazîbûnên cîhanê û roketa ku dixwest firand fezayê. Ev yek li rastî hilbijaritnên li Koreya Başûr û Japonyayê hat.
Beriya niha rêveberiya Pyaongyang aşkere kiribû ku ew ê li gorî qûralên nanvneteweyî roketên bifirînin fezayê. Koreya Bakûr, fuzeya menzîldirêj a Kwangmyongsong-3 ji bo 100’emîn rojbûna damezrênerê welat Kim II Sung roja 13’yê nîsanê firandibû, lê piştî demek kurt ketibû deryayê.