Ronahî Serhat: Rojeva sereke ya amadekariya kongreyê Rojava ye
Ronahî Serhat: Rojeva sereke ya amadekariya kongreyê Rojava ye
Ronahî Serhat: Rojeva sereke ya amadekariya kongreyê Rojava ye
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Ronahî Serhat ku di nava amadekariyên Kongreya Netewî ya Kurd de cih digire got, rojeva sereke ya komîteya amadekar Rojava ye. Serhat diyar kir ku li dû cejnê komîsyon wê ji nû ve dest bi kar bikin û got, "Pêwîste deriyên sînor ên navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê bê şert û bi lezgînî werin vekirin."
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Ronahî Serhat, der heqê amadekariyên Kongreya Netewî ya Kurd de ji ANF'ê re axivî. Endama Komîteya Amadekar a Kongreyê Serhat da xuyakirin ku heta niha rewşeke astengî derxîne pêşiya xebatên komîteyê derneketiye holê. Serhat diyar kir ku ji bilÎ Rojava, ti rewşeke cihê ya bandorê li kongreyê bike yan pêşî li kongreyê bigire tineye û got, "Di vê rewşa ku êrîşên li dijî Rojava dewam dike de, rewşa girtî ya deriyên sînor û pirsgirêkên cidî yên gel di vî warî de dikşîne, rojeva sereke ya komîteyê ye. Ji roja destpêkê ve ev yek ket rojeva komîteyê."
Serhat da xuyakirin ku hema hema hemû endamên komîteyê êrîş şermezar kirine û têgihiştineke ku divê gelê Kurd bi giyana yekitiyê xwedî li gelê Rojava derkeve, derketiye holê. Serhat anî ziman ku rewşa girtî ya deriyê sînor weke mijareke rexnekirinê li rêveberiya Başûrê Kurdistanê hatiye kirin û destnîşan kir ku divê ji bo vekirina deriyên sînor, hewldanên lez û bez bên kirin. Serhat weha peyivî:
"Serdana PDK'ê ya li Qendîlê çê bû. Birêz Barzanî jî daxuyaniyek da raya giştî. Ji bo rewşa gel û êrîşan li cih bişopîne, bangek ji bo komîteya amadekar jî hat kirin. Komîteya amadekar wê vê bangê di rûniştina xwe ya yekemîn de binirxîne û ji bo civîn di demeke herî nêz de pêk were, em di nava hewldanan de ne."
Serhat diyar kir ku divê deriyên sînor bê şert, tavilê bên vekirin û destnîşan kir ku ne rast e ji bo vê yekê şert were danîn, ji xwe şert bê danîn jî ewê qebûl nekin. Serhat anî ziman ku nêzîkatiyeke bi vî rengî, hem ji aliyê gelê Kurd tevahî hem jî ji aliyê Rojava ve nayê qebûlkirin û got, "Ji ber ku eger şert bê danîn, hingî ev rewş ji însafê re tê hiştin."
‘DIVÊ GELÊ KURD BI ROJAVA RE DI NAVA PIŞTGIRIYEKE XURTIR DE BE’
Ronahî Serhat da xuyakirin ku pêwîste piştgiriya gelê Kurd a ji bo Rojava, derkeve asteke bilindtir û got, "Di vê mijarê de hin agahiyên şaş tên belavkirin. Dibêjin; ji alîkariya însanî re vekiriye, lê ji wekî din re girtî ye. Li gorî agahiyên di destê me de, sînor bi temamî girtî ye. Rewşeke ku dilê gelê wê derê rehet bike, tineye. Ambargo dewam dike, ev jî rê li ber bêzariyê vedike. Li wê derê şerekî navxweyî heye û ne rast e ku pêdiviyên gel di çarçoveya hin standartan de bên bicihkirin. Pêwîste gelê Kurd bi awayekî topyekûn bi Rojava re di nava piştgiriyê de be. Em amadene vê piştgiriyê derxîne asteke bilindtir. Pêwîste di vê mijarê de her parçeyên Kurdistanê xwedî hişyarî û berpirsyariyeke mezin bin."
Serhat ragihand ku di mijara Rojava de, rêxistinên jinan xwedî hişyarî û berpirsyariyê ye û got, "Di hevdîtinên bi me re de, rêxistinên jinan dan xuyakirin ku ew vê rewşê qebûl nakin û dibêjin çi dibe bila bibe, divê ambargo were rakirin. Ji ber vê bangê, emê vê mijarê weke rojeva lezgîn di civîna komîteya amadekar de binirxînin û pêşniyar bikin ku bi lez û bez komîsyonek were avakirin û bişînin Rojava. Ji ber ku hînê civîna komîteya amadekar nehatiye kirin, ez nikarim bêjim ku ev yek weke biryareke teqez e. Lê ev yek daxwaz û nêrîna tevahiya rêxistinên Kurd e."
‘EM HEWL DIDIN HER KESÎ TEVLÎ AMADEKARIYA KONGREYÊ BIKIN’
Serhat da xuyakirin ku ew hewl didin her kesî tevlî Kongreyê bikin û diyar kir ku ji bo beşdariyê daxwazeke zêde heye. Serhat anî ziman ku ji bo beşdarî berfireh û dewlemend be ew amadekariyeke mezin dimeşînin. Endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd Ronahî Serhat da xuyakirin ku 600 delege dikarin tevlî kongreyê bibin û ew hewl didin ku ti rêxistinan li derve nehêlin. Serhat destnîşan kir ku ew dixwaze her kesên di têkoşîna Kurdan de xwedî ked û hewldanan e, beşdarî kongreyê bibin.
KONGRE LI DIJ TI DEWLETÊ NÎNE
Ronahî Serhat li dijî bertekên hikûmetên Iraq,Îran û Tirkiyeyê ya li hemberî kongreyê jî wiha got: “Kongre li dij tu dewletê nîne. Em dixwazin her welatek der barê pirsgirêka kurd de em bi hev re çareser bikin. Elê kurd riya çareseriya demokratîk û aştiyane pêşniyar dike. Li Bakûrê Kurdistanê ji xwe Rêber Apo di vê esasê de pêvajoyek çareseriyê daye destpêkirin. Lê hêj ji alî dewletê ve pêngaveke çêker û erênî nehatiye avêtin, pêşveçûnek nîne. Ev ji bo Tirkiyeyê ne baş e. Ji bo welatên din jî gelê kurd rastiyeke ku nayê înkarkirinê ye. Bi sedsalane hate înkar kirin, lê vê rewşeke berovajî derxist holê. Di esasa xwe de gelê kurd xwedî hişmendiyeke pozîtîf, xwedî hêza têkoşînê ye.
Serhat destnîşan kir ku pêvajoyeke guherînê ya demokratîk a kur de derbas dibin û wiha pê de çû: “Siyaseta înkar û îmhayê ya li gorî berê xwe bi rêve dibin, îflas kiriye. Têkoşîna gelê kurd, ev siyaset bê wate û wek li dijî dîrokê îlan kir û got li dijî çanda mirovahiyê ye. Valabûna vê polîtîkayê derxistineholê. Divê rêzê nîşanê heqîqetê bide. Divê li dijî yekitî û îradeya gelê kurd rêzê nîşan bide. Bi tirx û xof pêşwazîkirina vê kongreyê ne raste. Wekê her gelekî gelê kurd jî dikare rune û pirsgirêkên xwe yên navxweyî nîqaş bike, piştevanî û piştgiriya xwe nîşan bide. Di warê bi hêzkirina demokratîkbûn û riya aştiyê de û div ê mijarê de çi dê bê kirin, de nîqaş bê meşandin.
Serhat da zanîn ku fikar û tirs di vê mijarê de gelek şaş e û wiha got: “Gelê kurd layiqê dîroka xwe dixwaze li ser axa xwe di statuya ku heq dike de bijî. Geşedanên heyî yên Rojhilata Navîn jî vê pêşniyar dike. Asta ku mirovahî hatiyê, tiştên pê re rû hatiye vê ferz dike. Ji ber vê jî Kongre dê di riya aştî û demokrasiyê de ji bo gelên Rojava gelek girîng be.
JI BILÎ ROJAVA PISGIRÊKEK KU KONGREYÊ BI BANDOR BIKE NÎNE
Ronahî Serhat bi lêv kir ku ji bilî Rojava tiştekî cidî yê ku bandorê li ser Kongreyê bike nîne û got: “Xebat pir normal tên meşandin. Ji ber ku nihek zehmetiyên teknîk lez û tempoya kême. Ji ku kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dijîn, hevkariya fikr û ramanan hinek demê digire.