Rûmeta qanûndanîn û siyaseta demokratîk li bin lingan e
Rûmeta qanûndanîn û siyaseta demokratîk li bin lingan e
Rûmeta qanûndanîn û siyaseta demokratîk li bin lingan e
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder diyar kir ku divê Dadgehên xwedî erka taybet ên li ser dadgeriyê wesayetê çê dikin, tavilê ji holê bên rakirin û got, "Dema vîna we ji nedîtî ve were, hûn nikarin mîna ku karê qanûndanînê dimeşînin, tevbigerin."
Parlamenterên HDP'ê Sirri Sureyya Onder, Sebahat Tûncel, Ertûgrûl Kurkçu û Levent Tuzel, li dijî bernedana parlamenterên BDP'ê, li Meclîsê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem dikin.
Beriya Greva Birçîbûnê Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ji ANF'ê re axivî û got, "Dema vîna we ji nedîtî ve were, hûn nikarin mîna ku karê qanûn danînê dimeşînin, tevbigerin." Onder da xuyakirin ku şere û rûmeta siyaseta demokratîk li binê piyan e û destnîşan kir ku divê Dadgehên xwedî erka taybet ên li ser dadgeriyê wesayetê çê dikin û ti biryaran nas nake, tavilê ji holê bê rakirin.
DADGEHÊN XWEDÎ ERKA DAYBET DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN NAS NAKIN
Sirri Sureyya Onder ragihand ku biryarên 5. û 6. Dadgehên Cezayên Giran ên Amedê yên ji bo dewamkirina rewşa girtî ya parlamenterên BDP'ê nayên qebûlkirin û da zanîn ku li holê rewşeke cihêkar heye. Onder bêhiqûqiya tê jiyîn wiha bilêv kir; "Ya yekemîn; parlamenterên CHP'ê dikarin ji vê sûdê werbigirin, lê wekîlên me yên di warê hiqûqî de rewşa wan guncawtir e, nikarin jê sûdê werbigirin. Ya duyemîn; wekîlên me yên diviyabû di heman rojê de bihata tahliyekirin, nayên berdan. Ya dawî jî; Ev Dadgehên xwedî erka taybet li ser dadgeriyê wesayetek çê kirine ku saziya herî bilind a dadgeriyê ya Tirkiyê nas nakin, biryarên navgîna qanûndanînê derxistiye rast şîrove nakin. Xwe di ser her tiştî re digire."
Onder got, "Şeref û rûmeta qanûnadanîn û siyaseta demokratîk li binê piyan e" û destnîşan kir ku ji ber vê sedemê ew ji bo parastina rûmeta Meclîsê, bi navê rûmeta siyaseta demokratîk û vîna wekîlên hatine hilbijartin weke 4 wekîlên HDP'yî dest bi greva birçîbûnê ya bêdeng dikin.
DÊ DADGEHÊN XWEDÎ ERKA TAYBET JI HOLÊ BÊN RAKIRIN!
Onder daxwazên xqwe ragihand û got, "Meclîs dê bicive û di şevekê de Dadgehên xwedî erka taybet û hemû biryarên wan ji holê rake. Ji bo yên li Dadgehên xwedî erka taybet tên darizandin dê rê were vekirin ku li Dadgehên Serbixwe bên darizandin û der heqê rewşa van wekîlan de jî bi serbestberdanê re guhertinên girîng werin kirin. Eger li vê derê Meclîs rûmeta xwe li ber çavan digire, divê bi vî rengî tevbigere. Dema vîna we ji nedîtî ve were, hûn nikarin mîna ku karê qanûndanînê dimeşînin, tevbigerin. Lewma emê li cihê wê yanî li Meclîsê li dijî vê cotstandartiyê rawest in."