Rûniştina doza 'KCK'ê' hate taloq kirin

Rûniştina doza 'KCK'ê' hate taloq kirin

Di 2'emîn rûniştina doza "KCK'ê" ya Wanê ya di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî heye ya 7 jê girtî 13 siyasetmedarên Kurd de, krîza şahidê nepe pêk hat. Ligel di rûniştina berê de biryara şahidê nepenî bê guhdarkirin hatî dayîn jî, şahidê nepenî neanîn rûniştinê û ji ber vê yêkê parêzeran salona rûniştinê terk kirin. Rûniştin taloqî 29'ê Adarê hate kirin.

Di 2'emîn rûniştina doza "KCK'ê" ya Wanê de krîz derket. 2'emîn rûniştina 7 jê girtî û nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî heye 12 kes di rûninştinê de amade bûn. Rûniştin li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştiê de krîz şahidê nepenî ku di rûniştina borî de biryara bînin rûniştinê hatî dayî û lê bi hamleyekî dawî de bi hinceta "dibe ku deşîfre bibe" ne anîn rûniştinê derket. Parêzeran diyar kirin ku, ew dê di derbarê yekîneya parastina şahid a emniyetê de serlêdana sûc bikin.

Serokê Baroya Wanê Prz. Murat Tîmur diyar kir ku, ji ber darizandinekî edlî pêk nayê ew dê rûniştinê terk bikin. Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî diyar kir ku, ew dixwazin dadgehê terk bikin. Piştî dadgehê daxwazên parêzeran red kir parêzeran salona rûniştinê terk kirin.

Pişt re heyeta dadgehê navber da rûniştinê. Piştî rûniştinê biryara girtina siyasetmedaran berdewam bike û rûniştin taloqî 29'ê adarê kir.