Rûniştina doza KCK'ê ya Amedê taloqî sibê hat kirin
Rûniştina doza KCK'ê ya Amedê taloqî sibê hat kirin
Rûniştina doza KCK'ê ya Amedê taloqî sibê hat kirin
13'emîn civîna 59'emîn rûniştina doza KCK'ê ku li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin taloqî sibê hat kirin.
13'emîn civîna 59'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd 4 salin tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îro jî bi dawî bû. Sere sibê girtiyên siyasî bi maşîneyên ringê ji girtîgehan anîn avahiya edliyê.
Girtî di bin dorpêça polîs û leşkeran de derxistin salonê. Di rûniştina îro de Serokê Şaxa ÎHD'ê yê berê Prz. Muharrem Erbey, Şaredarê Êlihê Necdet Atalay, Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak û Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Kemal Aktaş jî di navde 35 girtiyên siyasi û parêzerên wan amade bûn.
62 girtiyên siyakî jî ji ber ku rapora wan hebûn nehatin rûniştinê. Rûniştina îro bi xwendina delîlên der barê endamê Komîsyona Rêveberiya Herêmî û Ekolojik ya DTP'ê Turan Genç dest pê kir. Parastin bi xwendina delîlên der barê Genç de berdewam kir. Pişti parastinê parêzerê Genç Mesut Tanrıkulu jî parastin kir û xwest hemû siyasetmedarên girtî tên darizandin serbest bên berhdan. Heyetê jî piştî parastinê derbasî xwendina delîlên der barê Cîgirê Şaredarê Qoserê endamê Komîsyona Rêveberiyên Herêmî û Ekolojiyê yê DTP'ê Selanik Oner bedewam dike. Rûniştin taloqî sibê hatibû kirin.