Rûniştina doza 'KCK'ê' ya Cizîrê destpê kir
Rûniştina doza 'KCK'ê' ya Cizîrê destpê kir
Rûniştina doza 'KCK'ê' ya Cizîrê destpê kir
Rûniştina doza "KCK'ê" ya Cizîrê ya jê 31 kes girtî ya 90 kesan li Edliyeya Amedê destpê kir.
Rûniştina doza 31 kesên jê girtî ya 90 kesên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi îdîaya "Di nava meclîsa Bajar a KCK'ê de cih digirin" tên darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê destpê kir. Xizmên girtiyan û parêzer tevlî rûniştinê bûn. Ji ber ku hejmara kesên tên darizandin zêde ne, kesên tên darizandin li cihê malbat lê birûnin jî rûniştin. Heyeta dadgehê ji ber cih tuneye rojnameger û malbatên girtiyan nehilgirtin salonê.