Rûniştina doza “KCK”’ê ya sereke destpê kir

Rûniştina doza “KCK”’ê ya sereke destpê kir

Rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê destpê kir. Prz. M. Emîn Aktar diyar kir ku, lêgerîna li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê pêk hat li dijî hiqûqê ye û delîlên li wir hatin dîtin nederbazdarin.

Rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê destpê kir. Di rûnşitinê de 54 siyasetmedarên Kurd ên di nav de parlementerên BDP'ê Kemal Aktaş û Selma Irmak jî hene û parêzerên wan amadebûn. Ji bo parastina kurdî werger sond xwar. Pişt re Parêzer M. Emîn Aktar mafê axaftinê girt û anî ziman ku, lêgerîna li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê pêk hat li dijî hiqûqê ye û li hemberî belgeyên tê îdîakirin "delîl" in ên di lêgerînê de hatin bidestxistin îtîraz kir û wiha got: "Li Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî hiqûqê lêgerîn pêk hat. Ji ber vê yekê delîlên hatin dîtin nederbazdarin. Divê dosyaya delîlên di lêgerînê de pêktên ji dosyayê bên derxistin."

Rûniştin bi xwendina delîlên di derbarê Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ebru Gunay a girtî berdewam dike.