Rûniştina doza 'KCK'ê ya Stenbolê sibê destpê dike
Rûniştina doza 'KCK'ê ya Stenbolê sibê destpê dike
Rûniştina doza 'KCK'ê ya Stenbolê sibê destpê dike
6. rûniştina doza 'KCK'ê ku 97 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd ên di 5 û 28'ê Cotmeha 2011'an de ji doza "KCK"ê hatin girtin û di nav de siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar û akademîsyen jî hene tên darizandin, dê sibê li 15. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Kampusa Sîlîvriyê pêk bê.
Hat zanîn, girtiyên ku 2 salin girtî ne diyar kirin ku dê wergêrê bi pere û ji aliyê dadgehê ve bê diyarkirin qebûl nekin. Hevserokê BDP'a Stenbolê Emrullah Bîngul anî ziman, ku dê bi girseyî beşdarî rûniştinê bibin û bi siyasetmedaran re di nava piştevaniyê de bin.
Di meha Cotmehê ya 2011'an de li dijî endam û rêveberên BDP'ê û siyasetmedarên Kurd ên Stenbolê bi navê KCK'ê operasyon pêk hat û di operasyonê de rêveber, nûner, endam jî di nav de 205 siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û ji van 205 kesan zêdeyî 120 siyasetmedarên kurd hatin girtin. Ev 2 salin 97 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin.
Di rûniştina 5. a meha Gulanê de siyasetmedaran yekemcar bi zimanê dayikê bi Kurdî xwe parastibûn. Piştî rûniştina 5. heyetê tenê ji 111 kesên girtî 14 kes serbest berda bû. Niha 97 girtî 205 kes tên darizandin.