Rûniştina doza sereke ya “KCK”’ê destpê kir

Rûniştina doza sereke ya “KCK”’ê destpê kir

Rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê destpê kir.

Rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ku di nav de şaredar, parlamenter, parêzvanên mafên mirovan jî hene yên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê destpê kir. Di rûniştinê de 30 siyasetmedarên Kurd ên girtî û parêzer tevlîbûn.Gelek xizmên girtiyan jî rûniştin şopandin. Di rûniştinê de bi xwendina delîlên di derbarê Parêzer Siracettîn Irmak ê girtî tê darizandin rûnşitin berdewam dike.