Rûniştina doza siyasetmedarên Kurd destpê kir

Rûniştina doza siyasetmedarên Kurd destpê kir

Rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê destpê kir.

Rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ku di nav de şaredar, parlamenter, parazvanên mafên mirovan jî hene yên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê destpê kir. Di rûniştinê de bi Parlementerê BDP'ê Kemal Aktaş re 38 kes amade bûn. Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk û gelek xizmên girtiyan dozê dişopînin. Piştî tespîta nasnameyan rûniştinê bi xwendina delîlên di derbarê Bahrî Çekenê BDP'î de berdewam kir.