Rûniştina siyasetmedarên Kurd dest pê kir
Rûniştina siyasetmedarên Kurd dest pê kir
Rûniştina siyasetmedarên Kurd dest pê kir
Rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.
Rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ku di navde şaredar, parlamenter, parazvanên mafên mirovan jî hene yên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir. Di rûniştinê de 36 kesên tên darizandin, parêzer û xizmê girtiyan tevlî bûn.
Di rûniştinê de delîlên derbarên Endamê Rêxistina BDP'ê yê Êlihê tên xwendin. Di dema xwendina delîlan de parêzeran mafê axaftinê girtin û diyar kirin lêgerîna li mala Oner hate kirin bêyî biryara lêgerînê hate kirin û xwestin delîlên dîjîtal ên di dosyayê de bên derxistin.