Rûniştina siyasetmedarên kurd dest pê kir

Rûniştina siyasetmedarên kurd dest pê kir

Rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.

Rûniştina doza 108 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd ku di navde şaredar, parlamenter, parazvanên mafên mirovan jî hene yên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê kir.

Di rûniştinê de bi Parlementerê BDP'ê Kemal Aktaş re 37 kesên girtî û kesekî bêyî girtî tê darizandin tevlî rûniştinê bûn. Gelek xizmên girtiyan rûniştin şopandin. Rûniştinê piştî tesbîtkirina nasnameyan bi xwendina delîlên derbarê Rêveberê BDP'ê Celal Yoldaş de dest pê kir.