Rûniştina doza Mladîç dest pê kir

Rûniştina doza Mladîç dest pê kir

Fermandarê Sirban ê berê Ratko Mladîç ku bi eslê xwe ji Bosnayê ye, li Dadgeha Navneteweyî ya Laheyê ji ber sucên şer tê darizandin. Rûniştina dozê dest pê kir.

Generalê Sirban ê Bosnayî tevî qirkirin, sucê li hemberî mirovahiyê û sucê şer, bi giştî ji 11 dozan li Dadgeha Lahey a Navneteweyî tê darizandin. Mladîç weke berpirsê 7000 mêrên Misilman ên li Srebrenitsayê di sala 1995’ê de hatibû kuştin tê dîtin.

Mladîç piştî 15 salan reviya, herî dawî di 26’ê gulana 2011 de li gundê Lazarevo yê bajarê Zrenyanin hatibû girtin.

Mladîç ji ber sûcên ku di navber salê 1992-1995’an de di şerê navxweyî yê Yûgoslavyaya kevin de pê tê tawanbarkirin û bi îdîaya qirkirinê û bi hezaran kesî dadgehê biryara girtina wî û darizandinê dabû.