Rûstem Cûdî ji aliyê hezaran kesan ve hate bîranîn
Rûstem Cûdî ji aliyê hezaran kesan ve hate bîranîn
Rûstem Cûdî ji aliyê hezaran kesan ve hate bîranîn
Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê û Endamên Meclîsa PKK’ê Rûstem Cûdî di 2’emîn salvegera şehadeta xwe de ji aliyê hezaran kesî ve hate bibîranîn.
Bi boneya 2’emin salvegera şahadeta Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê û Endamên Meclîsa PKK’ê Rûstem Cûdî li ser gora xwe ya goristana binavê Goristana Rûstem Cûdî merasimek hate lidarxistin. Ji bo merasima bîranînê malbata Endamê Desteya Rêvbera a KCK’ê û Endamên Meclîsa PKK’ê Rustem Cûdî û bi sedan şêniyên Serêkaniyê berê xwe dan goristana Rûstem Cûdî ya li gundê Berkeverê a girêdayî Dirbêsiyê.
Welatiyên ku endamên saziyên sivîl, siyasetmedar û rewşenbîr jî di pêk dihatin, îro di demjimêrên sibê de ji ber navenda Asayîşa jinan a Serêkaniyê bi rêketin. Li aliyê din bi hezaran kes ji bajarên Dirbsiyê, Ebû Rasên û hemû bajarên herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê berê xwe dabûn goristanê.
RÛSTEM CÛDÎ JI ALIYÊ HEZARAN KESAN VE HATE BÎRANÎN
Bi beşdariya hezaran li goristanê bîranîn bi rêzgirtinê despêkir. Di bîranînê de şevanên YPG û YPJ’ê merasima leşkerî pêk anîn. Di berdewama merasima bîranînê de de li ser navê TEV-DEM’ê endama Rêveber Foza Yûsif axivî û berxwedêrên Kurd Rûstem Cûdî, Çîçek Botan û Elî Şêr Koçerî bibîr anî.
Di merasima bîranînê de li ser navê malbata Rûstem Cûdî Endamê TEV-DEM’ê Xelîl Osman axivî û da zanîn ku, Rûstem ne tenê kurê wane, kurê hemû gelê Kurd e û berxwedana Rûstem û hevalên wî li hemû gelê Kurd pîroz kir. Her wiha li ser navê Partiya Çep a Kurd, PYD, Saziya Malbatên Şehîdan û Yekîtiya Star jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de soza berdewama riya şehîdan hate dayîn.
Helbestvanê Kurd Ferhadê Merdê jî di merasimê de helbesta bi navê “Îxanetê” pêşkêş kir. Merasim bi diruşme û tîlîliyan bi dawî bû.
Endamê Desteya Rêvbera a KCK’ê û Endamên Meclîsa PKK’ê Rûstem Cûdî tevî 6 rêhevalên xwe di 10’ê Cotmeha 2011’an de li herêma Xakurkê di encama bombebarana balefirên Tirk de jiyana xwe ji dest dabû.