Rûsya: Civîna Koma Dostên Sûriyeyê "ne exlaqî" ye

Rûsya: Civîna Koma Dostên Sûriyeyê "ne exlaqî" ye

Piştî Wezîra Derve ya DYA’yê Hillary Clinton di civîna “Koma Dostên Sûriyeyê” a li Parîsê pêk hat de bi daxuyaniya “Divê bedel bidin” Rûsya û Çînê kir hedef, Rûsyayê jî ragihand ku ev civîn “yek alî” û “ ne exlaqî ye.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Aleksandr Lukaşeviç, di daxuyaniya da de diyar kir ku weke kevneşopiyekê têkiliya Rûsya Çîn û hin welatên din bi Komara Ereban a Sûriyeyê û gelê wê re heye û destnîşan kir ku ew heta niha beşdarî civîna bi “dostan” tê bi nav kirin, nebûne. Lukaşeviç ji ber vê jî civîna Koma Dostên Sûriyeyê civîneke yek alî ye û li gel vê jî ne exlaqî ye.

Lukaşevîç diyar kir ku koma “Dostan” a ku ji DYA û mitefîkên xwe ji muxalîfên Sûriyeyê ava kiriye, dê tundî û pevçûnên 17 meh in li Sûriyeyê berdewam dikin, kûrtir bikin. Lukaşevîç got; “Ev tenê dibe sedema tişekê. Berdewamkirina rijandina xwînê û trajediyên nû.”

Ji aliyeke din ve dîroka hevdîtina ku dê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskowê bi muxalefeta Sûriyeyê re pêk bîne aşkere bû. Lavrov di 9’ê tîrmehê de dê bi nunerên “Foruma Demokratîk a Sûriyeyê” ya di bin serokatiya Mîchel Kîlo re bicive û di 11’ê tîrmehê de jî bi Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê re hevdîtinek pêk bîne.