Ji bo civîna ku dê li Cenevreyê li ser Sûriyeyê bê lidarxistin, Îran nehat vexwendin. Rûsyayê nerazîbûn nîşanî vê yekê da û DYA’yê bi “durûtiyê” tawanbar kir.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got; “Îran di vê mijarê de aktorek bi bandor e” û wiha domand; “Bi ya me divê Îran li derveyê civîna li Cenevreyê neyê hiştin û ev yek xeletîyek e.”
Her wiha, Lavrov di daxuyaniya piştî plana nunerê NY û Komkara Ereban Kofî Annan a ji bo hikûmeta demkî ya li Sûriyeyê jî daxuyaniyek da û diyar kir ku divê gelê Sûriyeyê bi xwe dahatûya Beşar Esad diyar bike.
Wezîrê Derve yê Rûs diyar kir ku heta niha tu projeyên beriya civîna Cenevreyê nehatiye qebûlkirin.