Rûsya: Helwesta me ya li hemberî Sûriyeyê qet naguhere

Rûsya: Helwesta me ya li hemberî Sûriyeyê qet naguhere

Rayedarek Wezara Derve ya Rûs duh daxuyaniyek balkêş derbarê serkeftina muxalîfên Sûriyeyê de da. Lê Berdevkê Wezareta Derve Alexander Lukaçevîç îro bi daxuyaniyekê got: “Helwesta me ya li hemberî Sûriyeyê qet naguhere.”

Li gorî ajansa nûçeyan a Itar-Tassê, Mikhail Bogdanov diyar kiribû ku ew serkeftina muxalefetê li derveyê hesabê nahêlin. Bogdanov got: “Hukûmet û rejîma Sûriyeyê her ku diçe zêdetir kontrola welêt winda dike.”

Bogdanov diyar kiribû ku mirov nikare serkeftina muxalefetê ya li hemberî rejîm piştguh bike û got: “Li gel vê Moskow dê bixwaze ku Belavoka Cenevreyê were pêkanîn û çareseriyeke aşitiyane ji bo pevçûnan pêk bê.”

Lê îro Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsyayê Alexander Lukaçevîç daxuyaniyek da û diyar kir; “Bi tu awayî helwesta me ya li hemberî Sûriyeyê naguhere.”