Rûsya jî beşdarî lîstoka enerjiyê ya li Kurdistanê bû

Rûsya jî beşdarî lîstoka enerjiyê ya li Kurdistanê bû

Piştî Chevron û Exxon Mobil ên DYA’yê, pîrketa mezin a Frensî û Gazprom Neft a Rûsan bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re peyman mor kirin. Pisporan şîrove kir ku Rûsya nexwestiye li derveyê lîstoka enerjiyê ya li herêmê bimîne. Pispor û analîstan aliyê teknîkî yê vê rewşê nirxandin û dan zanîn ku sedema vê yekê ew e ku li herêma Ereban di aliyê ewlehiyê û binesaziyê de kêmasî hene, her wiha hikûmeta Bexdayê parek kêm ji enerjiyê dide şîrketên navneteweyî. Şîrovekerên polîtîk jî didin zanîn ku şîrketên gerdûnî ji bo Başûrê Kurdistanê rêya serxwebûnê vedikin.

RÛSYA NEXWEST LI DERVEYÊ LÎSTOKA ENERJIYÊ BIMÎNE

Şîrketa mezin a enerjiyê ya Rûsyayê Gazprom Neftê jî daxuyaniyek da û ragihand ku wana ji bo hilberîna petrolê du peyman bi Herêma Kurdistanê re mor kirine. Şîrketê da zanîn ku yek ji van peyaman; em ê li herêma Germiyanê bi şîrketa Western Zagros a Kanedayî re bixebitin û sedî 40 parê werbigirin. Herêma duwemîn jî Şakal e û para şîrketa Rûs li vê derê jî ji sedî 80 ye. Gazprom Neft Middle East B.V a girêdayî Gazprom Neftê peymanê mor kir û diyar kir ku para wan li vir ji ya li herêma Badra ya Iraqê zêdetir e.

Rêveberê Giştî yê Gazprom Neftê Vadim Yakovlev ragihand ku piştî ku analîza projeyan hatiye kirin, wana ev peyman mor kiriye û diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bo xebatên jeolojîk û hilberîna petrolê pir biber û berhem e. Rayedarê şîrketa Rûs da zanîn ku ew ê ji niha û pêve jî xebatên xwe yên jeolojîk û peydakirina çavkaniyên enerjiyê li herêmê bidimînin.

Şîrketê da zanîn ku petrol ji bo wana 260 milyon dolar girtiye û xebatên wan ên heta sala 2015’ê dê bi bihayê 150 milyon dolaran û ragihand ku ew ê vê yekê û xebatên xwe yên li herêmê bîne ber hev. Tê texmînkirin ku çavkaniyên li vir 500 milyon ton e.

Gazprom Neft di çileya 2011 de bi hevkariya şîrketa Tirk TPAO’yê li herêma Badra ya Iraqê îhale wergiritbû, lê ev yekem car e ku bi Başûrê Kurdistanê re peymaneke wiha mor dike.

MEZINTIRÎN 4 ŞÎRKETÊN MEZIN ÊN CÎHANÊ LI BAŞÛRÊ KURDISTNAÊ NE

Beriya şîrketa Rûs, şîrketa mezin a Frensî Totalê bi Başûrê Kurdistanê re peymana enerjiyê mor kir. Total ku yek ji mezintirîn şîrketên petrol û gazê yên Ewropayê ye, li hemberî hemû gef û hişyariyên hikûmeta navendî ya Iraqê, bi Herêma Kurdistanê re peyman mor kir.

Totalê li herêmên Herîr û Safe yên di warê hîdrokarbonê de dewlemend in, hîsse kirî. Bi vî awayî şîrketa Frensî Totalê li ser hikûmeta Iraqê re baz da û bi hikûmeta Kurdan re pyeman mor kir. Bi vî awayî bû sêyemîn şîrketa cîhanî ya mezin a ku bi Kurdan re peyman mor kir.

Li Iraqê 100 milyar varê di rezerveyên petrolê de hene, û tê gotin 45 milyar varê li Başûrê Kurdistanê tê derxistin.

Her çendî hikûmeta Bexdayê ji bo şîrketên cîhanî bi Kurdan re peyman mor neke, hişyar dike, lê belê zêdetirê 40 şîrketên cîhanê bi hikûmeta Kurdan re peymanên lêgerîna petrolê mor kirine û xebatên xwe dimeşînin. Lê piraniya vana şîrketên biçûk in.

Di bihara îsal de rêveberiya Herêma Kurdistanê dabû diyarkirin ku rêveberiya Bexdayê para wan a ji bûtçeya petrolê nedaye. Bexdayê jî vê yekê qebûl kiribû û diyar kiribû ku ev yek ji ber sedemên teknîkî çêbûne.

Rêveberiya Herêma Kurdistanê van pirsgirêkan girîng dibîne û di mijara peymanên serxwe de jî zêdetir dest bi hewldanan kir. Di vê mijarê de pêngava herî cidî ji şîrketa DYA Exxon Mobîl hat û bi hikûmeta herêmî re peyman îmze kir. Her çiqas Bexdayê, Exxon Mobîl ji bo betalkirina peymana li Iraqê tehdît bike jî pêşî li vê negirt. Lê vê gefê rê li ber vekişîndina Shell a Hollandayê ya Başûrê Kurdistanê vekir. Lê Amerîkayiyan ev yek ji bo xwe pirsgirêk nedît û serê havînê reqîbên wan yên mezin Chevron Corporation hat Kurdistanê û tevli projeya nêzî Hewlêrê bû. Bexdayê heman bertek nîşan vê jî da û diyar kir ku ev koma şîrketan xistiye lîsteya reş û got ku dê boykot bikin. Bexdeyê her çiqas gotibe “em dê bi van re peymanan çênekin” jî lê ev pê nehat.

SEDEMÊN TERCÎHKÝRÝNA ŞÎRKETÊN GLOBAL YA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Ji ber zêdebûna rezervên petrola Iraqê ligel ku rewatiya navnetewî dikişîne jî şîrketên enerjiyê yên Global dixwaze bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re li vir bixebite. Li gorî analîzên enerjiyê du sedemên vê hene. Ya yekemîn polîtîkayên enerjiyê yên rêveberiya Bexdayê û polîtîkayên ji bo pêkanîna enerjiyê ya ku ji bo lêgerîna meşruiyet û serbixwebûna aboriyê ya Başûrê Kurdistanê tên pêk anîne. Hikûmeta Bexdayê dema bi şîrketan re peymanan çêdike para xwe zêde digire. Her wiha li herêmên Ereb xebat hem zehmete û hem jî bê ewlehî ye. Ji ber vê jî kes naxwaze li Bexdayê bixebite. Mînak di meha gulanê de îhaleyên li 12 qadan hatiye vekirin, gelekên wan vala derbas bûn û tenê ji bo 4 qadan serlêdan pêk hatin. Şîrketan eleqe nîşan nedan.

Rêveberiya Herêma Kurdistanê pareke mezin dide şîrketan. Çiqas zêde petrol derkeve ev qas kara wê dide û ligel ewlehî û qadên hewa û rê jî baştir in.

Bê guman sedema vê ya yekane ne aborî ye, polîtîkayên DYA’yê yên der barê Iraqê de ne. Li dij ferzkirinên hikûmeta navenda Bexdayê, Başûrê Kurdisanê hinek din jî însiyatîfê digire û bi vî awayî jî dibe hêmayeke hevsengiyê. Mînak di vê mijarê de malpera Lenta.ru ya Rusyayê nivîsek weşand û wiha got: “Başûrê Kurditsanê bi van polîtîkayên şîrketên biyanî re riya serxwebûnê vekiriye.” Di nivîsa Dmîtry Wînkîes de jî wiha hate gotin: “Ger ku kurd Bexdayê li pişt xwe bihêlin, dê hewcedariya wan bi hikûmeta navendî nemîne. Her wiha şêniya herêma kurdan pir ne zêde ye. Bi kara ku ji vir tê dikarin kalîteya jiyana xwe bilind bikin. Lê ji bo îxracatê yekane xet boriya Yumurtalik- Kerkukê ye.” Li gorî nivîskar derbasbûna van xetan ya ji Tirkiyeyê asteng e, ji ber ku Eneqere serxwebûna kurdan hezm nake.

Lê meha borî Tirkiye û hikûmeta Iraqê li hev kiribûn ku ev xet dê 15 salên din jî bê bikaranîn. Her wiha Tirkiyeyê bi Başûrê Kurdistanê re peymangirtina petrolê kiribû dest bi girtina tankêrên petrolê kir jî.

Bexda jî heta ku bi Kurdistanê re înatê bike dê di bin xeteraya wendakirina Kurdistanê de bimîne û her wiha bi şîrketên navnetewî re jî pirsgirêkan dijîn.

RUSYA TENÊ DIXWAZE ABORIYÊ BILÎZE

Berpirsê Rojhilata Navîn ê Wezareta Derve ya Rusyayê Mîhaîl Bagdanov ji bo peymanên enerjiyê yê Nefta Gazpromê çû Başûrê Kurdistanê. Lê beriya ku biçe çû Bexdayê û bi Nurî el Malîkî û Wezîrê Derve Hoşyar Zebbarî û cigirê wezîrê enerjiyê re hevdîtin pêk anî û piştre derbasî Başûrê Kurdistanê bû.

Her çiqas di çapemeniyê de nûçeyên der barê hevkariya Rusyayê ya bi hikûmeta Başûrê Kurdistanê re bê kirin jî Bagdanov nameya Putîn anî û gotinê wî wisa bû: “Em bi herêma xweser a Kurditanê re zêdetir di mijarên pratîk de dixwazin hevkariyê bikin.”

Yanî Rusya di têkiliyên xwe yên bi Başûrê Kurdistanê re bi manevrayên polîtîk dest pê kir. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Neçîrvan Barzanî di hevdîtina xwe de diyar kirin ku di ware aborî de dixwazin bi Rusyayê re bikevin nava hevkariyê. Lê Moskow ku bi Hewlêrê re têkiliyê wan ne baş bû herî dawî Barzanî dawet kir û serdan dê di dawiya vê salê de pêk were.