Rûsya ji bo Sûriyeyê hêza leşkerî amade dike

Rûsya ji bo Sûriyeyê hêza leşkerî amade dike

Rayedarek ji Wezareta Ewlekariyê ya Rûsyayê ku nexwest navê wê/wî bê aşkerakirin got ku, Rûsya ji derveyê welat ji bo operasyonên aştiyê yekîneyên leşkerî amade dike û dibe ku ev yekîne li Sûriyê erk bigirin.

Her çendî Rûsya wisa nîşan bide ku ew naxwaze zêdetir bibe mudaxilê pêşketinên navneteweyî yên têkildarê Sûriyeyê, di mijara Sûriyeyê, lê amadekariyên wê yên leşkerî nîşan didin ku dibe pêngavên ji vê yekê pêşdetir jî biavêje.

Rayedarekê/î ji Wezareta Ewlekariyê ku navê wê/wî nehate aşkerakirin, di agahiya ku dayî rojnameya Nizavisimayê de got ku, yekîneyên girêdayî Hêzên Taybet bi armanca aşitiyê ji bo mûdaxeleyên derve hatiye amadekirin. Rayedar hinekê din pêş de çû û da diyarkirin ku ev yekîne bi biryargeha Rêxistina Hevpeymana Ewlekariyê ya Kolektîf (KGAO) plan kirine û dibe ku li Sûriyeyê erk werbigirin. Sekreterê KGAO Nikolay Gordiji jî di daxûyaniya dayî de ev agahî derew dernexist lê belê got ku yekîneyên wan tenê bi biryara NY yê dikarin tevbigerin.

Li Rûsyayê amadekariyên di mijara pêşkeftinên li Sûriyeyê ne tenê di warê leşkerî de ne. Ji ber sedema derengmayîna welat ya taybetî di mijara Bihara Ereban de ya ji bo pêkanîna polîtîkayek derve ya di warê navneteweyî de di nava Rûsyayê nîqaşên ciddî çêdibin.

Anna Glazova ya Serokbeşa Lêkolînên Stratejîk yên Rûsyayê ku di derbarê mijarê de me nêrînên wê girtin dibêje ku, guherînên Rojhilata Navîn wekî hemû welatan Rûsya jî bê amadekarî girtiye. Glazova bi lêv dike ku, pêşkeftinên pêvajoya dawî dide nîşankirin ku planên Annan tu encam negirtine û got; “Daxuyaniyên di derbarê niyetên mudaxeleya DYA ya ku li gorî nerazîbûnên Rûsya yê jî, Rûsyayê tengezar dike. Li Lîbyayê mudaxeleya ku bi navê demokrasî hat kirin de 30-50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li vir di dema mudaxeleyê de windahiyên can yên dihatin çêdibin, ji yên şerê navxweyî de jiyana xwe ji dest dan zêdetir bûn.”

Glazova da diyarkirin leşkerên di pevçûnên Sûriyeyê de ji welatên cîran tên perwerdekirin û tên şandin rolek girîng dileyîzin. Glazova got;“ jixwe piştî qewimînan mayîna rejîma Esad ne gengaz e. Niha pirsgirêk wê wekî Qedafî bi awayek bi xwîn dawî lê were yan di çerçoveya veguherîna demokratîk de? Ev tê nîqaşkirin.”

Glazova di dewama axaftina xwe de dibêje; “ Rûsya di destpêkê de qet ne difikirî ku rolek ev qas aktîf bilehîze” û wiha didomîne “Di serî de çi qewimî û çi bû jî, fam nekir. Lê piştre dît ku pêvajoya di bin navê veguherîna demokratîk de hat destpêkirin, ji mihengkirina rejîman ya ku komek welat li gorî xwe dikin pêvetir ne tiştek din e. Ji ber ku di dawîyê de hat û bi sînorê wê ve aliqî, û ew jî neçarî mûdaxelekirinê bû. Vaye piştî Sûriyeyê dora dostê wê yê herî nêzîk Îranê tê. Pêlbûnek ya di Îranê de wê li Qafqasyayê hemû yê vede. Metirsiya din jî eve ku qaşo ev “dozên demokratîk” wê heta Asya Navîn belav bibe. Jixwe aloziya di van welatan de ne di berjewendiya me de ye, ji ber vê yekê Rûsya rolek aktîftir dileyîze û hewl dide ku mûdaxaleyek muhtemel ya leşkerî asteng bike.”