Rûsya: Me helîkopterên nû nedane Suriyeyê

Rûsya: Me helîkopterên nû nedane Suriyeyê

Rusyayê bersiv da îdîayên DYA’yê û diyar kir ku helîkopterên şer yên nû nedane Suriyeyê û got ku helîkopterên ku berê danê temîkirine û şûn de teslîmê wan kirine.

Wezîra Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Tu helîkoptereke tearuzê ya nû a Rûs teslîmê Sûriyeyê nehatiye kirkin. Bi salan berê helîkopter me dabûnê. Me ev helîkopterên wan temîr kirin. Hevkariya me ya leşkerî a bi Sûriyeyê re bi çekan sînore.”

Wezîra karê Derve ya DYA’ê Hîllary Clînton roja sêşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku Rusya helîkopterên tearuzê dişîne Suriyeyê û. Her wiha Moskowê di mijara teslîmata çekan de bi ‘dewkariyê’ sûcdar kiribû.

Clînton wiha gotibû: “Me xwest ku Rusya teslîmata çekan ji bo Suriyê bide rawestandin. Ji me re gotin ku tiştekî bi fikar nîne. Me tu tiştek neşandiye. Lê diyare ku ji me rast negotine.”

Roja çarşemê Clînton bang li Moskovayê kiribû ku bila alîkariya sewqiyana çekan nede Suriyê. Her wiha hişyar kiribû ku ev 16 sale şer didome û berbi şerê naxweyî diçe.

Her wiha xwestibû ku Fransa jî îhracata çekana ji bo rejÎma Bajar El Esad bi giştî rawestîne.