Rûsya ne li dijî çûyîna Esad, li dijî destwerdana NY’yê ye

Rûsya ne li dijî çûyîna Esad, li dijî destwerdana NY’yê ye

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku ew destûr nadin ku Konseya Ewlekariyê ya NY di meseleya Sûriyeyê de zorê bi kar bîne û diyar kir ku bê ku hêzên navneteweyî dest li Sûriyeyê werbidin, ger hêzên Sûriyeyê di nava xwe de li hev bikin, ew wê demê li dijî çûyîna Esad dernakevin.

Lavrov di civîneke çapemeniyê de got; “Em destûr nadin ku Konseya Ewlekarî ya NY’yê di mijara Sûriyeyê de serî li rêbazên zorê bide”. Lavrov ragihand; “Ez bi xwe nabêjim plana Kofî Annan têk çûye”û wiha domand; “Em nikarin vê yekê qebûl bikin. Em ji bilî pêkanîna planek alternatîf nabînin.”

Lavrov got ku ger hêzên Sûriyeyê di nava xwe de li hev bikin, ew wê demê li dijî çûyîna Esad dernakevin û gotin; “Em ê bi keyfxweşî piştgirî bidin çareseriyeke wiha.”