Alîkarê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ragihand ku rejîma Sûriyeyê her ku diçe kontrola xwe winda dike.
Li gorî ajansa nûçeyan a Itar-Tassê, Mikhail Bogdanov diyar kir ku ew serkeftina muxalefetê li derveyê hesabê nahêlin. Bogdanov got: “Hukûmet û rejîma Sûriyeyê her ku diçe zêdetir kontrola welêt winda dike.”
Bogdanov diyar kir ku mirov nikare serkeftina muxalefetê ya li hemberî rejîm piştguh bike û got: “Li gel vê Moskow dê bixwaze ku Belavoka Cenevreyê were pêkanîn û çareseriyeke aşitiyane ji bo pevçûnan pêk bê.”
30’ê Hezîranê Koma Çalakiya Sûriyeyê, li Cenevreyê ji bo rêgezên hukûmeteke demkî li hev kiribûn.