Rûsya: Rojava di mijara Sûriyeyê de şantaj dike

Rûsya: Rojava di mijara Sûriyeyê de şantaj dike

Rûsyayê ragihand ku welatên Rojavayî ji bo pêkanînên di Konseya Ewlekariyê ya NY’yê de li hemberî rêveberiya Şamê bê kirin, santajê li hemberî wan dikin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got; “Em bi xemgîniyeke mezin divêjin, em hêmanên şantajê dibînin.”

Lavrov, ragihand ku Rojavayî dixwazin bi dirêjkirina dema mîsyonên çavdêrên li Sûriyeyê, şantajê li hemberî Rûsyayê bike û bi vî awayî pêkanînên li hemberî Sûriyeyê bi wan bide qebûlkirin.

Krîza di adara 2011 de li Sûriyeyê dest pê kir her ku diçe kûrtir dibe, di navbera welatên Rojava û Sûriyeyê de astengiya Sûriyeyê ye. Rûsye li dijî pêkanînên Konseya Ewlekariyê yên li hemberî Sûriyeyê ye. DYA’yê ragihand ku ew ê peywira çavdêrên NY yên li Sûriyeyê di 20’ê tîrmehê de dirêj bikin.