Di Konseya Ewlekariyê ya NY’yê de pêkanîn li hemberî Serokdewletê Sûriyeyê Beşdar Esad ji aliyê Rûsya û Çînê ve hat vetokirin.,
Konseya Ewlekariya NY’yê piştî teqînên duh li Şamê pêk hatin, îro jib o gotûbêjkirinên pêkanînên li hemberî Sûriyeyê, civiya. Biryara pêkanînên li hemberî rejîma Esad careke din ji aliyê Rûsya û Çînê ve hatin vetokirin. 11 welatan piştgirî dan pêşnûmeya li hemberî Esad û 2 welatên din jî dengên bêlayen bi kar anîn.
Rûsya û Çînê beriya niha jî du pêşnûmeyên ji bo pêkanînên li ser Sûriyeyê veto kiribûn.