40 balefirên şer yên Yak-130 Rûsyayê plankiribû heya dawiya salê sewqî Sûriyeyê bike ragihand ku, rawestandine.
Li gorî daxuyaniya Saziya Hevkariya Leşkerî ya Rûsyayê, sedemê cemidandina îxracata 40 balefirên Yak-130 yên şer ku heya dawiyê salê diviya sewqî Şamê bikin, weke berdewamkirina tundiya di nava welat de hate nîşandan. Alîkarê Saziya Hevkariya Leşkerî ya Rûsyayê Viyaçeslav Zirkaln daxuyaniya ku li Fûara Pîşesaziya Parastina Farnborough ya Îngilîstanê dayî de got; “Ji ber van bûyerên dawî sewqiyeta balefiran bo Sûriyeyê êdî îhtimalek biçûke.”
Rûsyayê beriya bûyerên tundî yên li Sûriyeyê destpê bikin, li beramberî 550 milyon dolara firotina 40 balefirên 40 Yak-130 yên şer hevpeyman îmze kiribûn. Balefirên Yak-130 di envantera çekan ya Rûsyayê de weke balefirên perwerdeyê cih digirin. Lê belê her dema ku bixwazî dikarî çekan jî bêxî van balefiran.
Di vê navberê de Serok Dewletê Rûsyayê Vladimir Putin got, ji bo li Sûriyeyê aştî pêk were, ji mudaxelekirina derve zêdetir pêwîstî bi diyalogekî di navbera rejim û muxalîfan de heye. Putin parast ku, mudaxeleya derve tenê bi biryara Konseya Ewlekariya NY dikare were pêkanîn. Pêwîste jib o alî lihevkirinekî siyasî pêkbînin tişta ji me bê em bikin.