Rutbeya Baysal ê di komkujiya Roboskî de rol list hat bilindkirin!
Rutbeya Baysal ê di komkujiya Roboskî de rol list hat bilindkirin!
Rutbeya Baysal ê di komkujiya Roboskî de rol list hat bilindkirin!
Malbatên Roboskî li ser gorên xizmên xwe hatin gel hev û daxwazên xwe yên edaletê dubare kirin. Hat ragihandin ku rutbeya Abdullah Baysal ê dema li Sêgirkê wezîfedar bû di komkujiya Roboskî de rol list hatiye bilindkirin û wek Fermandarê Tumena Şirnex hatiye wezîfedarkirin. Malbatan got: “Baysal dixwaze li Roboskî komkujiyeke duyemîn pêk bîne.”
Malbatên 34 kesên ku piraniya wan zarok di bombardûmana balafirên artêşa Tirk de 28’ê Kanûna 2011’an de hatin qetilkirin di hefteya 141’emîn de hatin ser gorên zarokên xwe û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. Ferhat Encu yê li ser navê malbatan daxuyanî xwend got ku 985 roj in dixwazin ku failên komkujiya Roboskî derkevin holê û bên darizandin.
Encu diyar kir ku fermandarê Tumena Şirnex Abdullah Baysal di komkujiya Roboskî de rol lîstiye û wiha got: “Rutbeya Abdullah Baysal ê di komkujiya Roboskî de rolekî mezin list û li Sêgirkê wezîfedar bû careke din wek fermandarê Tumenê li Şirnexê hatiye wezîfedarkirin. Ev Baysal li Roboskî komkujiyeke duyemîn pêk bîne.” Encu got ku Sêşema buhrî pêşiya ciwanên Roboskî yên li Zozana Şîrît bazirganiya sînor dikin hatiye qutkirin û hatiye xwestin ku komkujiyeke duyemîn pêk bînin. Gelê Qilaban û Roboskî yên ji bo xwedîderketina li ciwanan çûn Zozana Şîrît rastî êrîşa leşkeran a bi gaza îsotan û mudaxeleya tund hatine. Encu got: “Em li vir careke din banga hişyariyê li gelê xwe dikin. Abdullah Baysal di nav şebekeya ku 34 zarokên me qetil kirine de ye.”
Hevşaredara Qilabanê Zeynep Uren jî diyar kir leşker û desthilatdariya AKP’ê xwedî heman zîhniyetê ne û wiha dewam kir: “AKP wer dihizire ku dema Kurdek bimire wê hemû biqedin. Em desthilatdariya ku qatilê zarokê me li ser serê me dike fermandar lanet dikin. Em bang li hemû gelê xwe dikin da ku dengê me bibîhîzin.”
Abdullah Baysal di dema komkujiya Roboskî de ku di Fermandariya Alaya Gulyazi de Albay bû, niha wek fermandarê Tumena Şirnexê hatiye wezîfedarkirin.