Rûyê din ê Girava Bedewiyê: Korsîka

Rûyê din ê Girava Bedewiyê: Korsîka

Korsîka Girava Bedewiyê... Li aliyekê xweşiktiya bêhempa ya xwezayi û têkilkiyên dilgerm, li aliyeke din bêkariyeke zêde, newekheviyeke civakî, têkoşîna serxwebûnê, pereyê reş û çetevanî.

Girava Korsîka ya girêdayî Franseyê di Deryaya Spî (Navîn) de cih digire, bi awayeke fermî xwediya statuya “aktîvîteya welatî ye”. Korsîka ji Korsîkaya Bakûr û Korsîkaya Başûr pêk tê û di sala 1735’ê de serbixwe bû û di sala 1955’ê de di dîroka nûjen de yekem modela demokrasiyê nivîsand. Lê di sala 1769’ê de ji aliyê Franseyê ve hate dagirkirin.

ŞAMPIYONA BÊKARIYÊ

Girav ji herêmên çiyayî pêk tê. Girav di nava deryayê de weke çiyayekî dixuyê. Hemû aliyên wê kesk in. Peravên welat bi qasî 1000 km ye. Hewaya wê û kolanên wê pir paqij in. Her çendî di warê hewayê û parastina bedewiyên xwezazyaê de xweşik bixuyê jî, lê ev yek destnîşan dike ku bêkariyeke mezin heye. Ji ber ku warên kar tune ne. Heta îro hemû hukûmetên Frensî xwestine giravê tenê bikin giraveke turîstîk. Destpêkê rakirina qanûnên parastina herêmên xwezayi û lênêrîna giravê tenê weke qadeke turîzmê ya ji aliyê hukûmeta UMP’ê weke sedemên sereke yên vê yekê tên dîtin.

Ev polîtîkayên hukûmetê rê li ber encamn weke bêkariyê, spekulasyonên emlakan û bihabûna jiyanê vekir. Serokê Parlementoya Korsîkayê Dominique Boucchini di nivîseke xwe de dibêje; “Korsîka di warê bêkariyê de şampiyonê Fransayê ye, di sinêde de şampiyonê Franseyê ye, di warê newekheviya civakî de jî şampiyonê, di piştguhkirinê de şampiyonê Franseyê ye.”

Li gorî sendîkaya CGT’yê ji sala 2007 ve hezar yekîneyên kar ji holê hatine rakirin. Li holê tebeqeya Korskayiyan ku bikare li peraan 1500m2 bikire nemane. Metre damek bi bihayê pir giran tên firotin. Tê gotin ku pereyê reş di emlak û qûmarxaneyan de tên fihêlkirin. Serokê Parlementoyê dibêje; “Êdî ji spekulasyona emlakan re bes e, ev yek welatê me ber bi hilweşînê ve dibe û dahatûya me dikujin.”

BAJARÊ NAPOLYON LÊ JI DAYIK BÛYE

Ajaccio bajarê herî mezin ê Korskîkayê, ango paytexta Korsîkayê ye. Li vî bajarî tabelayên bi du zimana li ber çavan dikeve. Li hemû herêmên wê tabloyekî wiha heye. Ji ber taybetmendiyên peravên Deryaya Sîpî û Pamilyeyan gelek taybetmendiyên hevpar ên Korsîkayê li gel yên welatên din hene. Ev bajarê Napolyon lê ji dayik bûye. Li bajêr şûnpêyên Napolyon hene. Ya yekem, peykerê Napolyon ê li Kendava Ajacicoyê dinêre heye, piştre kolan, salonên sînemayê û kafeyên bi wî hatin navkirin.

Serokê Komemelya Korsîka-Kurdistanê Dominique Torre “taca împeratorê” a mezin destnîşan dike û dibêje “Ji vir re tê gotin bajarê îperatoriyê. Torre, berdewam dike; “Lê Napolyon ji bo Korsîkayiyan tu tiştek nekiriye.”

Rûpîvana giravê 8 hezar û 680 km2 ye û nêzî 300 hezar mirov lê dijîn. Bajarê Ajaccio rûyê “nûjen” ê giravê nîşan dide û li bajarê Bastiayê jî jiyana kevneşopiyê serdest e. Li her aliyê giravê gundên biçûk hene. Bi vî halê xwe ve Korsîka gundeke mezin tîne bîra mirov.

Jiyana li gundên çiyayî ya vê girava xweşik ne ewqas hêsan e. Mirov gelek caran li rastî malên xwedî gelek xaneyan tê. Bêkarî pirsgirêka sereke ye, têra wan nexweşxane û dibistan tune ne. Endamê Partiya Komunîst (PCF) Jack dibêje; “Em çend gundan tînin ba hev û dibistan çêdikin.” Û her wiha qala zehmetiyên rêyên gundan ên ji bo nexweşxaneyan dike.

Di parlementoyê de 51 kursî hene, her çendî koma rastgir 12 kursî bi dest xistiye, lê herî zêde xwedî endam be jî, lê bi awayeke giştî piraniya parlementoyê çepgir ihn. Di çarçoveya polîtîkaya “Desantralîzasyonê ya Franseyê de, herêma Korsîka xwedî statuyek “xweser” e.” Serokê partiya neteweyî ya Femu A Corsica (Em Korsîkayê ava bikin) ku di parlementoyê de xwediyê 11 kursî ye Jean-Christophe Angelini dibêje; “Bi awayeke paradoksî, Korsîka her çendî herêma herî zêde hatî desantralîzekirin a Franseyê be, lê di heman demê de herêma herî kêm hatî desantralîzekirin a Ewropayê ye.”

PERWERDEYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ ÇAWA YE?

Gava me bi gelek şêniyên bajêr re hevdîtin pêk anî, hema bêje weke li Tirkiyeyê wan jî dan diyarkirin ku ew gava dibêjin xweseriyek berfirehtir û zimanê zikmakî, li rastî nerazîbûnên “cûdakarî”, “serxwebûn”, û “nijadperestiyê tên.

Heta niha, di vê mijarê de nêrîke hevpar tune ye. Komunîst girîngiyê didin ser jiyana duzimanî û pirsgirêkên civakî-aborî. Lê heta niha li giravê komên çekdar hene. Eniya Rizgariya Neteweyî ya Korsîkayê (FLNC) heta niha li du herêman çalakiyên çekdarî û bombeyî pêk tîne.

Di dema gotûbêjên sendîkaya perwerdevanan FSU’yê de endamek gotiye ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî li Korsîkayê çênabe û li rastî nerazîbûnan hat. Endamê ciwan ê FSU îdîa kir ku zimanê Korsîkayê li giravê zimanê çaremîn e û diyar kir ku ew serxwebûnê li hev nakin. Lê gelek endam û rêveberên sendîkayê ne li ser vê fikirinê. Ji ber delegasyona kurdan li salonê bû, xwe nîqaşên wiha dûr dixistin.

Li gorî agahiyên berpirsên perwerdehiyê yên FSU’yê dane, li Korsîkayê perwerdeya bi zimanê zikmakî ya li dibistanên seretayî, navîn, kolej û amadeyî tê dayin. Di dibistanên seretayî de ev ders hefteyê sê saetan neçarî ye û ji bo dibistanên du zimanî jî cûda ye. Lê malbat biryara vê yekê didin. Kesên ku zarokên wa diçin dibistanên duzimanî, bi awayeke wekhev bi zimanên Fransî û zimanê Korsîkayê perwerde dibînin.

Di kolejan de jî dîsa perwerdeya bi zimanê zikmakî hefteyê sê saet e. Piştî pûlên 6’emîn ev pêkanîn dikeve dewrê, lê ne neçarî ye. Ligel vê jî dikarin di çarçoveya zimanên dijîn de li kolejê weke zimanê duwemîn ê Korsîkayê hilbijêrin. Ew jî hefte tenê sê saet e.

Di dibistanên amadeyî de perwerdeya bi zimanê Korsîkayê tune ye. Lê weke Înglîzî, zimanê bi zimanê Korsîkayî weke zimanê duwemîn, perwerde tê dayin. Di warê perwerdehiyê de ligel Fransî ne xwedî heman mafan e. Li gorî FSU’yê rêjeya kesên ku di van demên dawiyê de bi zimanê Korsîkayê perwerde dibînin kêm dibe. Sedema vê yekê jî ew e ku ezmûnên qedandina amadeyî bi Fransî tê kirin.

JI BO KURDAN PIŞTEVANÎ

Weke li hemû herêmên din ên Franseyê, li Korsîkayê di mijara piştevaniya Kurdan de komunîstan rolek girîng girtine. Bi înîsiyatîfa Komeleya Korsîka-Kurdistanê û Tevna Kurdistanê a Partiya Komunîst hin serdan di navbera 23-26’ê cotmehê de tevî delegasyona Kurdan li Korsîkayê pêk hatin. Gava em li bajarê Ajaccioyê digeriyan, em li rastî afîşên piştevaniya ji bo Kurdan dihatin. Beriya niha jî konsereke Kurdan ku li rastî eleqeyuek mezin hatitûb, pêk hatibû. Hema li ber deriyê li ber deriyê avahiya Partiya Komunîst a Ajoccioyê formên kampanyaya îmzeyan a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûn.

Gava ku keştiya mezin a rêwiyan hesinan avêt Kendava Ajaccioyê û me xatir dixwest, Şaredarê Bigornioyê René Grazian Kurdan vedixende Korsîkayê. Grazian got ku her km2 ye ji bo 35 kesan e û got; “cihê me têrê dike.” Gava Korsîkayî û Kurd têne cem hev gelek taybetmendiyên wan yên dişibin hev, mirov dibîne. Gava ku 26’ê cotmehê filma bi navê “Ez Kurd im” a ku jiyana Kurdan vedibêje hate temaşekirin, Alîkarê Şaredarê Ajaccioyê Paul Antoin Luciani got; “Dişibin me.”