Hat diyarkirin ku ji ber embargoya welatên Rojava danîne ser Îranê, tevî nexweşên penceşêr û MS, bi sedhezaran nexweş ji dermanan bê par dimînin.
Seroka Weqfa Alîkartiya Nexweşiyên Taybet a ji bo piştgiriya nexweşên bi penceşêrê ketine li Îranê hatiye avakirin Fatma Haşemî daxuyaniyek da û diyar kir ku nêzî 6 milyon nexweş ji ber embargoya welatên Rojava danîne ser Îranê bi pirsgirêkên dermanan re rû bi rû ne.
Haşemî diyar kir ku ji ber embargoyê rewşa dowizên welat zor bûye û îthalata dermanan jî zor bûye û got ku nexweşên bi penceşêr û MS ketine nikarin dermanên xwe yên taybet ji derveyê welêt bînin.
Ji ber vê embargoya li ser Îranê ya ku encamên li dijî mirovahiyê bi xwe re tîne, Neteweyên Yekbûyî dest bi hewldanan kir. Sekreterê Giştî yê YNK’yê di serê mehê de nameyek ji endamên Konseya Ewlekariyê re şand û diyar kir ku divê embargoya li ser Îranê tu ziyanê nede gelê Îranê û xwest ji bo vê yekê tedbîr bêne girtin.