S. Zeitung: Artêşa Alman xwe ji sînorê Tirkiye-Suriye re amade dike

S. Zeitung: Artêşa Alman xwe ji sînorê Tirkiye-Suriye re amade dike

Yek ji rojnameyên mezin ên Almanyayaê Süddeutsche Zeitung, ragihand ku artêşa Almanyayê xwe amade dike ku li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bi cih bibe. Rojnameyê nivîsand ku ev wezîfe ji aliyê NATOyê ve hatiye dayîn û dê artêşa Alman li ser sînorê Sûriyeyê fuzeyên Patriot bi cih bike.

Rojnameya Alman Süddeutsche Zeitung, ragihand ku dê nêzî 170 leşkerên Alman li ser sînorê Tirkiyeyê bêne bicihkirin. Li gorî rojnameyê, dê Tirkiye ji bo vê yekê bi awayeke fermî serî li NATOyê bide. Li gorî rojnameyê hukûmeta Alman lêkolîn dike ka ji bo wezîfeyeke wiha divê raye ji Meclîsa Federal a Almanyayê bê girtin an na. Ji bo vê mijarê serî li Wezîrerat Parastinê ya Almanyayê hate dayin, lê heta niha tu daxuyaniyek nedaye.

Balkêş bû ku ev îdîayên rojnameya Süddeutsche Zeitung hema piştî îdîayên ku digotin dê fuzeyên Patriot li Amedê bên bicihkirin hatin.