Şahidê 15'ê Tebaxê: Salihê Sêrtî

Şahidê 15'ê Tebaxê: Salihê Sêrtî

Salihê Sêrtî, mirovekî ku şahidî ji çalakiya 15’ê Tebaxê re kiriye, Salih dema behsa wê çalakiyê dike, bi taybet dema behsa Fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) dike, mirov di çavên wî de wisa dibîne wek ku wê demê ji nû ve dijî. Salihê Sêrtî derbarê wan rojan de wiha dibêje; “Di sala 1984’an de dema beriya ku çalakiya 15’ê Tebaxê pêk were, 15 roj beriya wê hevalê Egîd, hevalê Feyzî û heval Hemze hatin gel me. Min ew, cara yekem didît. Lê ew mirovek wisa bû ku xwe ji her kesî re dida pejirandin û mirov pir zû pêve dihat girêdan. Hevalê Egîd, hevalek hêja, bi mezinan re mezin, biçûkan re biçûk bû. Ez nizanim li ser wî çi bêjim, ji ber ku ew kesayetek pir cuda û fedakar bû.” 

Salihê Sêrtî, derbarê amadekarî û pêkhatina çalakiyê de ev anî ziman; “Nêzîkî hefteyekê bû hevalê Egîd û hinek heval bi hev re bûn. Navên wan hevalan nayê bîra min. Hatin cem me. Wê demê ez keyayê (muxtar) gundê Êrsê (Piwêra) bûm. Cihê ku me yê hevalê Egît dîtiba, li ser kaniyekê nêzî gundê me bû, jêre digotin Kaniya Gozê. Me li wir hevdu dît. Me bi hev re xwarin xwar û sohbet kir. Em nêzîkî du rojan li wir man. Ji ber ku ez keyayê gund bûm, ji min re got; “Tê alîkariya me bikî. Tu Erûh nas dikî? Tê ji me re krokiya Erûh çêbikî. Em ê çalakiyê li ser Erûh bikin.” Despêkê de ez hinekî tirsiyam, pişt re min ev daxwaza wan pejirand û me bi hev re plana çalakiya Erûhê amade kir. Me û hevalan bi hev re kozik û cepxaneya xwe amade kirin. Çend gundiyên ku bi hevalan ve girêdayî, hinek wan mîlîstî jî ji hevalan re dikirin, ez û hinek mirovên min me amadekariyên xwe qedand û em vegeriyan gund. Heval jî rabûn çûn. Derbarê vê bûyerê de me ji tu kesekî re tu tiştek negot. Wê demê sê nuqteyên hevalê Egîd ên girîng hebûn. Kaniya Gozê, Tilwêra û ya din jî maleke mirovê me hebû, ji gund hinekî dûr bû, dihat wê derê me hevdu didît. Şeva ku wê bi ser Erûhê de bigirtana, amadekariyên xwe yên dawiyê li Birka Sêpo li jêra Çiravê kirin û wê şevê bi ser Erûhê de girtin. Hevalan Erûh dorpeç kirin, xwe nêzîkî cih kirin û li bendê man, di plana wan de çawa mele ezana eşayê xwendiba lê dabana. Ji milên Sêrt û milê Şirnexê ve jî elektrîk qut kirin. Hemû rê girtin, ketin û derketina gund qedexe kirin. Ji hemû hevalan re ev got; “Dema meleyên eşayê bang da em ê lê bidin.”  

‘DEMA ÇALAKÎ PEK HAT ME GOT KA DUNYA XERA BÛ’

Salihê Sêrtî di derbarê dema ku çalakî destpê kir û germahî û tirsa ku hatiye jiyîn de jî ev got; “Derdora gund dorpêç kiribûn, ji gundiyan kesî nizanîbû wê bûyerek wisa çêbibe, min û pênc-şeş milîsan û hinek gundiyên me dizanî. Ji ber ku hevalê Egîd ji me re gotibû hûn ê ji kesekî re nebêjîn. 
Em man li bendê ka wê kengê çalakî bê kirin. Me soz dabû ku em ê ji kesekê re nebêjin û behs nekin, heta bûyer pêk tê. Du heval ber bi aliyên qonaxa hukûmetê, cihê ku leşker li wir perwerdeya leşkerî didîtin ve çûn, hinek heval ji aliyê piştê re, hinek heval jî milê din ve li ser qereqolê de girtin. Bi kurtasî ez dikarim bêjim ku wê şevê qiyamet çêbû, ji ber dengên bombe û tifingan, mirov digot ka dunya xera dibe. Piştî ku heval ketin nîzamiyê destpêkê nobedarê nizamiyê kuştin, du hevalan pişta xwe dan hevdu û ketin qereqolê. Nuqteya ku cihazê mezin li ser bû nêzî 90 leşker li qata jor diman.  Piştî heval ketin qereqolê, dest danin li ser cihaza mezin û heval ketin cihê ku leşker tê dene û ji nişka ve ketin hundir. Jixwe dema istirehetê bû hemû leşker cil û bergên xwe ji xwe kiribûn, silehên xwe rakiribûn, bi kurtasî hevalan ew di xefikê de girtibûn. Dema ku hevalan li ser wan de girt, bû qîreqîra leşkeran. Hevala dema li wan reşandin nêzî 5-6 leşker hatin kuştin. Hinek jî giran birîndar bûn û nêzî 90 leşkerî jî dîl hatin girtin. Hevalan yên ku dîl girtin ligel xwe hêlan û cihê girtîgehê jî vekirin. Gardiyanên zîndanê ji tirsan ketibûn nav girtiyan. Piştî ku girtî hatin berdan hevalê Egîd ji wan re got; “Yên ku cezayên wan giran dikarin bi me re werin û yên ne giran jî eger ku bixwazin dikarin tevlî me bibin. Wê demê gelek girtî tevlî bûn. Hevalê Egîd, ji leşkeran re got; “Netirsin em tiştekî bi we nakin. Lê bila di nav we de du kes werin hemû cepxaneyê kom bikin.” Du kes rabûn çûn hemû cepxane kom kirin. Heya nêzî sê heyva jî, dema ku mirov nîzamiya Eruhê dinêrî wek moxilê bû. Ji ber cihên fîşengan kunkun bibû. Hevalan wisa li wan kiribûn ku mirov digot heya salekî jî ev leşker li ser xwe ve nayên. 

‘DIVÊ EM WELATÊ XWE JI DESTÊN DAGIRKERAN AZAD BIKIN’

Salihê Sêrtî wiha berdewam dike; “Dema hevalan bi ser Eruhê de girtin wê demê sê çayxane hebûn, hevalan dest danîn ser her sê çayxaneyan û nehiştin kes ji cihê xwe bilive. Nêzî heştê kesî di wan çayxaneyan de hebûn. Yek ji wan çayxaneyan ya Şaredariya Erûhê bû û tam jî li beramberî qereqolê bû. Piştî hevalan cepxane tev komkirin û ketin çayxaneyê, mudurê bankaya Erûhê û hevsera wî, astsubayê Erûhê û hevsera xwe di bexçeyê qereqolê de rûniştibûn sohbet dikirin. Dema ku hevalan li wan reşandin her du jin jî birîndar bûn û mudurê bankê û astsubay xwe ji tirsan mîna ku mirine dirêj kirin. Dema heval ketin qereqolê ji gundiyan re gotin her du jinan bibin nexweşxaneyê, her duyên din jî ji xwe mirine ne pêwîste hûn bibin nexweşxaneyê. Dema heval ji baxçe derketin her duyan jî  xwe xelas kirin û xwe di nava gund de veşartin. Piştî heval ketin çeyxaneyan de, çalakiya xwe bi serketî temam kirin. Hevalek bi navê Botan çû mizgeftê bi hoparlora mizgeftê ji gundiyan re got; “Netirsin, tiştek nîn e.” Tu ji Xwedayê xwe bawer bike wê şevê dijmin yek fîşekek neteqand.  Hevalan dest danin ser hemû nuqteyên leşkerî. Di wê demê de kesekî nizanîbû hevalan li ser Erûhê de girtine. Her kesî  digot eşîreta mala Şêrê û mala Bilê di wan deman de doza xwînê di navbera wan de hebû, gundiyan jî wer fêm kirin ku ew şer dikin.  Dema heval ketin çeyxaneyan, wê demê ez tam nizanim Mustafa Çîmen bû yan jî Cemîl Wan bû dema gel komî serhev kirin hinekî bi awayekî hişk li ser gel de çûn, hevalê Egîd hat kete çayxanê de, çu destê xwe avête bedena wî hevalî û jê re got; “biçe derve” û xwe pirr bi wî hevalî re aciz kir. Hevalê Egîd ji gel re got: “Netirsin tiştek nin e, me avêtiye ser qereqola Eruhê û me Eruh xistiye destê xwe.” Hevalê Egîd got: xwediyê vê çayxaneyê kî ye? Yekî ji gundê me derket got, “Ez im xwediyê çayxaneyê.” Hevalê Egîd ji xwediyê çayxaneyê re got; “Ka surahiyek tijî av bike û bi qedehekê ve bide min.”, Xwediyê çayxaneyê av anî da hevalê Egîd. Bi rêzê de av da wan. Ên nedigirt jî, wî digot, tê vexwî û bi vî awayî av bi her kesî da vexwarin. Zabiteyekî şaredariyê di çayxaneyê de rûniştibû. Hevalê Egîd jêre got; “Were vir.” Hat gel hevalê Egîd. Şebqeya wî ji serê wî girt û ji gundiyan re got; “Ev zabite ji bo we baş e, yan na?” Dema ku gundiyan got, “Baş e” wê demê cigaraya wî ji destê wî girt. Dema cigaraya xwe xelas kir, ji gundiyan re civîn çêkir. Ji gundiyan re got; “Welatê me bindeste, em Kurd bindestin, em ne xwediyê tu tiştî ne. Divê em welatê xwe ji destê dagirkeran azad bikin. Divê hûn jî ji bo vê xakê têkoşînê bidin. Hemû gel xwedî maf in, lê tenê em Kurd bêmaf û bêwelat in, ji bo vê jî em di van çiyayên Kurdistanê de têkoşînê didin. Pêwîst e hûn jî ciwanên xwe bişînin nav me.” Bi qasî saetekê axivî. Piştî civînê hevalê Egîd ji gundiyan pirsî; “Seyara we kê heye?” destpêkê kesî bersiv neda. Piştre hevalê Egîd dîsa dubare kir. Vê carê çend kesan gotin em dizanin bidin şixulandin, lê erebeyên me tune ne. Hevalê Egîd ji wan re got; “Ka werin gel min.” Erebeyek ya posteyê hebû û du jî yên Şaredariya Erûhê hebûn. Hevalan her sê erebe anîn û hemû cepxane lê bar kirin. Piştre hevalê Egîd ji gel re got; “Ew kesên ku li ser we zordariyê dikin ka bila werin li hember me, em amade ne. Wan rojan bînbaşî û fermandarê tabûra Erûhê çûbûn iznê. Ji xwe fermandar û leşkerên ku xwe ji tirsa hevalan di gund de veşartibûn ji wir derketibûn. Piştî ku me bi erebeyan hemû cepxane  birin nêzî pira Erûhê, -em jêre dibêjin Çemê Şemseddîn-. Li wir min û hinek mirovên me, me cepxane li hêstiran siwar kir û bir heya Besta. Piştî ku me emanetê wan radest kirin em vegeriyan gund. Heval jî ji gund derketin, kulubeyek ya herî jor ku nobedar li ser bû û di nav navenda Erûhê de bû. Hevalan ala ARGK’ê li ser daliqandin û derdora alê tev kirin mayîn. Ji gundiyan re jî hat gotin, “Dema ku me al daliqand bila kes neçe li derdora alê raneweste ji ber hemû mayîn e.” 

‘KÊLIYA PIŞTÎ ÇALAKIYA ERUH”

Salihê Sêrtî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema Erûh hinekî bêdeng bû saet bû 10:30’ê rojê êdî ji nişka ve hem hewayî û hem jî bejayî de ketin Erûhê. Konvoya ji 400 leşkeran pêk dihat hatin ketin Erûhê. Dema leşkeran al dîtin ketin gumanan ku hevalan xefik li ber wan çêkirine. Leşkeran ji dûr ve bi bombeyan al daxistin. Hatin ketin hundirê qereqolê, dema dikevin qereqolê ew manzareya ku ji ber hevalan mayî dîtin hema dîn dibin. Gundî hemû li ber derê Şaredariya Erûhê kom kirin û ji gundiyan re gotin; ‘Keyayê we kî ye?” Ez derketim pêş min got; “Ez im keyayê gund.” Ji beriya wê min ji gundiyên me re gotibû; “Kes dengê xwe neke ger ji we bipirisin bêjin em tiştekî nizanin. Dema pirs kirin ez ê biaxifim, ez keyayê gundim ger tiştekî bikin wê li min bikin.” Me li ser wê esasê xwe kir yek. Min ji wan re av bir. Bînbaşiyek xelkê Ruhayê bû navê wî Recep bû ji min re got: ‘Tu kî yî?’ Min jî got; ‘Ez keyayê gundim. Milê min girt û ji min re got; ‘Wê ji fermandariya Şirnex, Amed û ya Sêrtê werin vê derê, dema pirs ji te kirin, bêje agahiya min ji bûyerek wisa tune ye.  Ger tu wisa nebêjî wê te înfaz bikin.’ Min jî li ser gotina Qomutan got, baş e. Dema fermandariya alaya Şirnex, Amed û ya Sêrtê bi helîkopterek hatin ketin Erûhê ji tirsan kesî nikarîbû xwe bilivîne jî. Bang li min kir, ji min re got; ‘Tu kî yî? Ez ê te û gundê te tev bişewitînim.’ Min jî  got: ‘Fermandar, bişewitîne tu dikarî bişewîtînî. Lê çi qewimiye.’ Ji min re got çawa çi çêbûye! Tu qet nizanî, te qet nedîtiye û nebihistiye?’ Min got; ‘Fermandar, min tiştek nedîtiye, ne bihistiye û xebera min jê tune ye.’ Ji min re got; ‘Tu kê dixapînî?’ Li min xistin û ez li pey xwe birim yurda ku li Erûhê xwendekarên ji derveyî gund têde diman, du leşkeran lingên min bi benekî ve girêdan û ez dalîqandîm û li min xistin, heta ku xwîn ji lingên min nehat bela xwe ji min venekirin û her ji min pirs dikirin: ‘Tê bêjî kê wisa kiriye?’, Min dîsa ji wan re got, ‘Ez tiştekî nizanim.’ 

‘LEŞKERAN BI ROJAN ME ÊŞKENCE KIRIN’

Salihê Sêrtî dema behsa leşkeran û êşkenceyên li ser wan kirine dike, bi dilekî hestiyar wiha dibêje; “Dema leşkeran tiştek ji min negirtin, çavên min û destên min girêdan.  Ez pismamekî min ê bi navê Ebdulezîz û hinek gundiyên me girtin. Em du şevan li Erûhê hiştin û pişt re jî em birin Tugaya Şirnexê. Em 99 rojan di Tugaya Şirnexê de girtin. Her roj  êşkence li me dikirin û her roj me di lêpirsînê re derbas dikirin. Dema saet dibû 10:00-12:00’an şevê wê demê tekelên ereban hebû weke bazinek çêkiribûn û elektrîk pêve girêdabûn. Me dixistin wan tekelan, elektrîk didan û pişt re jî me di wan tekelan de dizivirandin heta ku em ji hal dixistin, çalek tijî ava sar hebû, me ji tekelê derdixistin û pişt re jî em dixistin nav wê ava sar. Piştî ku tiştek ji me negirtin, komutan bang li me kir. Dema ku em çûn gel komutan, wî ji me re got; “Biçin mala xwe. Me hûn berdan. Me dîsa jî bawer nedikir ku wan em berdane. Tiştên me, dan me û em li erebeyê siwar kirin û rasterast em hatin Erûhê. Gundî hatin li me kom bûn. Li çayxaneya şaredariyê em rûniştin û bi me re sohbet kirin. Piştî pêngava 15’ê Tebaxê li Erûhê êdî dewletê zêde zext li ser gel nemeşand. Hatin û çûyîn serbest kiribûn. Girtin tune bû. Guhertin gelekî li Erûhê çêbû. Ne tenê li Erûh bi giştî li Botan û Kurdistanê guhertinên mezin çêbûn. 

Bi van gotinan Salih Sêrt gotinên xwe bi dawî kir; “Bi çalakiya 15’ê Tebaxê gelê Kurd ji nû ve pê hisiyan ku bindestin û rastiya xwe fêm kirin. Ez jî yek ji wan kesayetan im ku min ne dizaniya ez kî me, ez çima bê ziman, bê nasname me? Çima em bindestin? Heye ku min ji vê çalakiyê re şahidî kir. Wek gulekê ku xwe ji nû ve biafirîne, me jî xwe, rastiya xwe, nasname û dîroka xwe ji nû ve nas kir û fêm kir. Min wê rojê soz da ku heta dilopek xwîn di canê min de bimîne ez ê li ser şopa rê hevalê Egîd û hemû şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurd bimeşim û bidim meşandin.”