Şahidê sûîkasta Şerefkendî axivî

Şahidê sûîkasta Şerefkendî axivî

Sekreterê Giştî yê PDK-Îran Dr. Sadik Şerefkendî û 3 hevalên wî di 17'ê Îlona 1992'an li Berlînê bûbûn hedefa komandoyên mirinê yên îstîxbarata Îranê. Di bûyerê de Dr. Şerefkendî jiyana xwe ji dest da, Mehdî Ebrahîmzade yê Îranî yê li gel wî, şeva 17'ê Îlonê ya bi xwîn, ji ANF'ê re vegot.

Ji rejîma Nazî û vir ve Berlîn yekemcar ji hovîtiyeke bi vî rengî re şahidî kiribû. Piştî çend rojan afîş hatin daliqandin li stasyonan, balafirgehan, saziyên dewletê. Afîşa bi wêneyê Robot wiha digot; "Di şeva 17'ê Îlona sala 1992'an saet di 23.00 de, li restoranta Mykonos a li Berlînê 4 Kurd hatin qetilkirin. Yên ku ji bo girtina kujeran agahiyan bidin, dê 50 hezar Mark xelat bê dayîn..."

Piştî ku Dr. Abdûlrehman Qasimlo di 13'ê Tîrmeha sala 1989'an de li paytexta Awûstûrya Viyanayê li dora maseya hevdîtinê ji aliyê Îraniyan ve hat kuştin, Di kongreya dawiya sala 1991'ê ya Partî Demokratî Kurdistan-Îran (PDK-Î) de Dr. Sadik Şerefkendî weke Sekreterê Giştî hatibû hilbijartin. Dr. Şerefkendî di sala 1930 de li bajarê Bûkan ê Rojhilatê Kurdistanê hat dinyayê û li gel nasnameya xwe ya siyasetmedar û şoreşger, mirovekî zanyar bû.

Yekemcar di sala 1973'an de li Parîsê Dr. Qasimlo dît. Dr. Şerefkendî di sala 1972'an de ji bo teza xwe ya doktora bike çû Fransayê, piştî salekê Dr.Qasimlo nas kir û sempatiya wî ya ji bo PDK-Î mezintir bû. Di sala 1976'an de li Zanîngeha Pierre û Marie Curie ya Parîsê teza xwe ya doktora li ser kîmya analîtîk nivîsand û piştre weke doktor vegeriya Kurdistanê. Dr. Şerefkendî beşarî refên PDK-Î bû û di sala 1980 de jî weke endamekî polîtburo yê partiya xwe hat hilbijartin.

Cihê xemgînî û dilşewatê ye ku du zanyarên kursên zanistiyê yên Parîsê terikandibûn, du fermandarên pêşmerge (Dr. Qasimlo jî li Zanîngeha Sorbon teza xwe ya doktoriyê nivîsandibû) dê 3 sal navberê li du bajarên cuda yên Ewropayê bibûna hedefa "komandoyên mirinê" yên Îranê. Dr. Şerefkendî vexwendiyê Enternasyonala Sosyalîst bû ku di 15-17'ê Îlona 1992'an de li Berlînê hat lidarxistin. Şeva xwe ya dawî ya li Berlînê, bi hevdîtina li gel komên mûxalîf ên Îranî derbas kiribû. Ji bo cihê hevdîtinê jî restoranta Yewnan a bi navê Mykonos a li taxa Charlottenburg'ê hilbijartibû ku xwediyê wê Ezîz Gaffarî yê Îranî bû.

Balkêş e ku rawestgeha Dr. Şerefkendî ya li Berlînê, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve berî çend hefteyan dihat zanîn. Ji bo vê yekê jî, di rojên payizê yên sala 1992'an de tîmeke taybet ji bo amadekariya sûîkastê bike ji Tehranê hatibû Berlînê û dest bi amadekariyên vê operasyona mezin kiribû. Tîma mijara gotinê, rojek beriya sûîkastê li restorantê keşif jî kiribû. Dê hin kesên nêzî Hîzbûllaha Lubnanê jî ji tîma kuştinê re bibûya alîkar, di ser de jî yekê ji wan biba kujer, yek jê dê li ber derî bisekiniya, yekê jî ajokarî bikira. Li serê wan jî Îraniyekî bi navê kod "Şerîf" hebû.

Wê şevê tevî Dr. Şerefkendî nûnerê PDK-Î yê Ewropayê Fettah Abdolî, nûnerê PDK-Î yê Elmanyayê Homayoun Ardalan û mûxalîfê Îranî Nûrî dehkurdî hatin qetilkirin. Saet li dora 23.00 dema restoranda Mykonos veguherîbû gola xwînê, li kêleka Dr. Şerefkendî mûxalîfekî Îranî yê bi navê Mehdî Ebrahîmzade rûdinişt. Endamê Rêxistina Fedayiyên Gel ê Îranê (Piranî) Ebrahîmzade, şeva bi xwîn a 17'ê Îlonê ya li Berlînê, ji ANF'ê re anî ziman.

- We Dr. Şerefkendî û hevalên wî beriya sûîkastê nas dikirin?

Na, min berê ew nas nedikir, yekemcar di şeva 17'ê Îlona 1992'an de dît. Bêguman min navê wî bihîstibû. Du hefte beriya êrîşê, li nêzî bajarê Bonnê heyetek ji komîteya me ya navendî bi heyetek ji PDK-Î ya bi serokatiya Dr. Şerefkendî hatibû cem hev. Di hevdîtinê de her du heyetan bûyer û pêşveçûnên li Îran û Kurdistanê nîqaş kiribûn û nêrînên xwe parve kiribûn. Di wê hevdîtinê de, lihevkombûna mûxalîfên Îranî û Kurd li platformeke hevbeş hatibû rojevê. Ji ber ku Dr. Şerefkendî ne tenê ji bo tevgera Kurd ji bo mûxalefeta demokratîk a Îranê jî navekî girîng bû.

- Bi çi rengî haya we ji hevdîtina 17'ê Îlona 1992'an a li restoranta Mykonos çê bû? Hûn jî hatibûn vexwendin?

Em weke komên mûxalîf ên Îranî yên li Berlînê, bi rêk û pêk dihatin gel hev. Mehek beriya sûîkastê Nûrî Dohkurdî dabû xuyakirin ku ewê piştî çend hefteyan civîneke girîng lidar bixin û Dr. Şerefkendî jî wê beşdarî civînê bibe. Min ji Dohkurdî naverok û beşdarên civînê pirsî. Ji min re got ku ewê hemû detayan piştî hevdîtina bi Dr. Şerefkendî diyar bike.

"EM LI SER OTONOMIYA KURDISTANÊ DIAXIVÎN"

-Dohkurdî we vexwend hevdîtinê?

Ji xwe berê agahî dabû. Du roj beriya sûîkastê xwediyê restoranta Mykonos Ezîz Gaffarî diyar kir ku şeva Înê ya 18'ê Îlonê dê hevdîtinê bikin û haya Dohkurdî jî ji vê heye. Lê belê êvara Pêncşemê ya 17'ê Îlonê saet li dora 20.00'an dema gihaştim malê, telefona min lê da. Yê telefon kiribû Gaffarî bû û got, "Kar li gorî planê nemeşiya, hevdîtina me dê îşev pêk were, eger tu karibe bê restorantê wê gelekî baş be." Piştî min telefon girt, wê şevê hevalekî din geriya û got divê ez teqez biçim civînê. Nîv saet piştî van her du telefonan, min xwe gihand restorantê.

-Dema hûn gihaştin wê derê, diyare saet li dora 21.00 bû, li restorantê atmosfereke çawa hebû, tiştekî ne ji rêzê bala we kişand?

Kolana 'Pragerstr.' vala bû, ji xwe rêyeke bi tenê yekalî bû lewma bêdeng bû. Ronahiya restorantê ji her demê bêtir qels bû. Dema hûn dikevin hundurê restorantê, beşa tezgahê heye. Dema ketim hundur ez li Elmanekî bi navê Peter ê li barê rûniştîbû rast hatim. Ew muşteriyê timî yê wir bû. Çawa ketim hundur xwediyê restorantê Gaffarî min pêşwazî kir û ez bir pişt salonê. Li salona pişt ya bi yek paceyî maseyeke dirêj hatibû danîn, li beşa navîn a maseyê Dr. Şerefkendî rûdinişt. Li aliyê wî yê çepê jî Dohkurdî hebû. Li aliyê çepê yê Dohkurdî li ser kursiyeke vala rûniştim. Çawa rûniştim Dohkurdî sohbet qut kir û ez bi Dr. Şerefkendî da naskirin. Li ser vê yekê Dr. Şerefkendî rabû ser piyan, bi destê min girt û dûre rûnişt.

'QALIKÊN VALA YÊN FÎŞEKAN,MÎNA YÊN DAGIRTÎ DIBARIYAN ERDÊ'

-Hûn li dora masê çend kes bûn, we hemû nas dikirin?

Dema ez rûniştim em 8 kes bûn û min hemû nas dikir. Lê çend deqe piştre Esfandîar Sadîkzade hat, ew jî li kursiya li aliyê min ê rastê rûnişt, bi vî rengî em çar bi çar li pêşberî hev rûniştin. Gaffarî hat ji me pirsî ka emê bi bixwin û piştî daxwazî girt li maseya vala ya li aliyê çepê yê Dr. Şerefkendî rûnişt. Sohbetê dewam kir. Balkêşe sohbet li ser Otonomiya ji bo Kurdistanê û mafên Kurdan bû. Dr. Şerefkendî bi aramî bersiv dida pirsa kesekî li dora masê rûniştî û destnîşan dikir ku şert e mafê otonomiyê ji Kurdistanê re bê dayîn.

Dema Dr. Şerefkendî diaxivî, rûyê Massoûd Mîrraşed ê li pêşberî me rûdinişt ji nişka ve guherî, mîna ku şok bûye dinêrî. Mîrraşed li pêşberî min rûdinişt, destpêkê min fêm nekir. Min got, dibe ku ji gotinên doktor hêrs bûye. Dûre minê fêm bikira ku ne ji ber vê bû, yên ku ji derî ketin hundur dîtibû. Piştî çend saniyan min dengê kesekî ku bi farsî diqîriya û digot, "zarokên q..." bihîst. Bi carekê veniciqîm, min ji xwe re got 'çi cihê gotineke bi vî rengî li vê derê heye' û min hewl da berê xwe bidim cihê deng jê hat. Ev hemû di nava çend saniyan de qewimîn.

Di vê kêliyê de, siya kesekî dirêj ji pişt Parvîz Dastmalçî û Massoud Mîrraşed û ronahiyek li ser masê xuya bû. Dûre ji her du aliyan ve dengê fîşekan hat. Ez fikirîm ku em rastî êrîşeke terorîst hatine û bi destê xwe min Dehkurdî yê li aliyê xwe yê çepê û Esfandîar Sadîkzade yê li aliyê xwe yê rastê kişand binê maseyê. Fîşek mîna baranê dibariya û qalikên vala yên fîşekan mîna yê dagirtî dibariyan erdê. Ew deng hînê di guhê min de ye. Piştî çend deqeyan dengê fîşekan êdî yek bi yek hat. Minê piştre fêm bikira ku ev jî fîşekên dawî yên ber didan qurbaniyan bûn.

'KUJERAN DIZANÎBÛN KÎ LI KU DERÊ RÛDINÊ'

- Hûn hingî di binê maseyê de bûn?

Belê, piştî fîşekên dawî ji bo demeke kurt bêdengî hebû. Min li binê maseyê çavên xwe girt, qêriyam û yek bi yek navê doktor, Nûrî, Parvîz, Mesûd û hevalên din gotim. Min tenê min dengê Parvîz û Mesûd bihîst. Nûrî Dehkurdî ketibû ser min, di nava xwînê de bû, hînê hilm distend. Li aliyê din ê maseyê jî Homayon Erdalan û Fatah Abdolî li erdê dirêjkirî bûn. Çi hebû ez wê dibêjim; ew aliyê salonê veguherîbû gola xwîne. Kujeran ji bo hedefên xwe baş hilbijêrin, mase kişandibûn kêlekê. Ji xwe kujeran dizanîbûn kî li ku dera maseyê rûdinê. Ji ber vê yekê maseya hevalên lê hatin kuştin, ji aliyê kujeran ve bi lingan hatibû kaşkirin.

Dema min çavên xwe vekir, min xwediyê restorantê Ezîz Gaffarî dît, ew jî li aliyekî salonê di nava xwînê de bû, ji ling û zikê xwe birîndar bûbû, lê hilm distend. Piştî em rabûn ser piyan, ber bi deriyê derketinê me baz dan. Li ber derî çend Elmanan bi tiliya xwe dawiya kolanê nîşandan û gotin 'reviyan vê derê.' Wesayîta li benda kujeran li kolana kêlekê bû û heta wê derê jî meşiya bûn.

- We ji kujeran, du dîtin?

Na, bi tenê min kujerê di dest de çeka otomatîk ê destpêkê de hundurê salonê dît. Yekî bejin dirêj bû, min bi tenê aliyekî laşê wî dît. Yekî porkur bû, lê min rûyê wî baş nedît. Yê ku bi debancê jî gule berda jî, min qet nedît.

- Li wê maseyê, hedefa bingehîn siyasetmedarên Kurd bû? Qetilkirina Nûrî Dohkurdî yê Îranî rasthatinek bû?

Ez dikarim vê yekê ji sedî sed bêjim; 3 Kurdên hatin qetilkirin, hedefa bingehîn bûn. Nikarim bêjim ku Dohkurdî yek ji hedefa bingehîn bû yan na. Bi dîtina min ne girîng bû kî li ku dera maseye rûdinişt, ji xwe ji ber vê yekê tu ji wan rizgar nebûn, hedef ji berê ve hatibû diyarkirin. Lê dîsa jî, kesek an jî çend kesên filitîn, dikarîbûn ji ber fîşekên pengizîn jiyana xwe ji dest bidan. Ji ber ku ji bo rejîma Îslamî ya Îranê û amadekarên sûîkastê, miriyekî zêde ne pirsgirêk bû.

'ÇAVKANIYÊN AGAHIYAN ÊN KUJERAN ZEXM BÛN'

- Gelo weke pirsekê neket serê we ka kujera çawa ewçend der barê hevdîtinê û profîla cihê hevdîtinê xwedî agahiyên berfireh in?

Beriya her tiştî ez vê bêjim; Çima hevdîtina roja Înê di roja Pêncşemê de hat kirin, ev rewşeke hînê ne diyar û xumamî ye. Lê dema mirov li encamê binêrin; dibe ku ji ber roja Pêncşemê hat kirin hîn kêmtir mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber haya gelek kêm mirovan jê hebû ku dema hevdîtinê hatiye guhertin. Ew jî mîna min, di deqeya dawî de hatin. Detayeke din jî ew e ku xwediyê restorantê wê şevê hemû muşteriyên xwe vegerandibû. Di rewşeke normal de restorant tijî ye. Lê Peter li wir bû, me hemûyan ew dîtin. Ewçend agahiyên berfireh ên li ser cihê bûyerê bêguman nîşan dide ku kujer xwedî çavkaniyên zexm e.

- Texmîneke we heye gelo, bi dîtina we agahî ji ku stendine?

Ez dikarim niha behsa gelek texmîn û teoriyan bikim. Ev hemû gengazî ne û agahiyên nehatine piştrastkirin, lewma jî naxwazim bêjim. Min rêz nîşanî biryara dadgeha Berlînê da, ji xwe eger yek ji texmînên min piştrast bibûya, dadgehê dê ronî bikira. Ji ber ku di jêpirsîn û pêvajoya dadgeriyê ya kujeran de hemû detay derketin holê.

- Gelo şeva 17'ê Îlona 1992'an çiyê jiyana we guherand?

Dev ji şoreşgeriyê berdin, weke mirovekî xwedî nêrîna sosyalîst, weke mirovekî hurmeta min a ji bo Kurdan, Kurdistanê û têkoşîna wan a azadiyê herdemî ye. Lê, bûyereke bi êş be jî hingî di navbera min û Kurdistanê de girêdanek derket holê. Her weha bûm şahid ku rejîmek bi çi rengî komeke sivîl, bêçek û bêparastin qetil dike. Nêrînên min ên siyasî û cîhanê jî guherand, ji ber vê yekê hîn bûm ku divê hîn bi hişyar tevbigerim. Ji bo xwe radîkal bûm. Bêguman vê bûyerê bandor li jiyana min a taybet jî kir. Van tiştên ji we re dibêjim, di nava 21 salan de hema hema min ji hemû mirovên li derdora xwe re vegot. Hevsera min a berê ji van vegotinan êdî aciz bûbû û digot "Bese êdî, em dewama wê dizanin."

- We ev tişt ji heyeta dadgehê û yekîneyên jêpirsînê re jî gotin, gelo hûn qet netirsiyan?

Hînê di şeva destpêkê de min ji polîsan re behsa hemû detayan kir. Lê bele wan hemû vegotin not girtin û hewl didan derxînin holê ka kî rast kî şaş dibêje. Ji bilî şahidê bûyerê Peter (Li gorî qeydên polîsan paşnavê wî Bohn tê nivîsandin) ti kes bi awayekî taybet nehat parastin. Lê me jî dizanîbûn em tên şopandin, ya rast şopandina polîsan bi du alî bû. Hewl didan aşkera bikin ka em derewan dikin an na. Me xwe ewle didîtin. Ji ber ku me îhtimal nedidan ku di demeke kurt de êrîşeke din a bi vî rengî rû bide. Ji xwe rejîma Îranê di bin zexteke giran de bû.

‘Sûîkasta Berlînê jî karê ekîba Viyana bû’

Endamên ekîba Dr. Şerefkendî û 3 hevalên wî qetilkirin, 3,5 salan li Berlînê derketin pêşberî dadgeriyê. Serokê Komeleya Penaberên Îranî Hamîd Nowzarî çavdêriyên xwe yên rûniştina dozê di pirtûka bi navê "Li Berlînê hînê dadgehek heye" de kom kir û pêvajoya darizandinê ya ekîba sûîkastê ji ANF'ê re vegot. Li gorî Nowzarî, sûîkasta Berlînê jî karê ekîba li Viyanayê bû.

Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê ya 11'ê Sibata sala 1979'an, rejîma nû ya Tehranê yekem sûîkasta xwe ya li derveyî welat di 7'ê Kanûna sala 1979'an de li Parîsê pêk anî. Birazê şahê Îranê yê tekçûyî Şahrîar Hafîz, rastî guleyên kesekî nenas hat. Li dû vê cînayetê li dijî mûxalîfan li gelemperiya cîhanê sûîkastan destpê kirin. Ji sala 1979'an heta destpêka salên 1990 nêzî 162 bûyerên kuştinê rû dan. Ji bo operasyonan "Komîteyeke Karên Taybet" a ser bi Wezareta Îstîxbaratê ya Îranê hat avakirin. Karên berî û piştî sûîkastan, ji aliyê ve komîteyê ve bi hesasiyeteke mezin bicih dihatin anîn.

Li gorî hin çavkaniyan di "lîsteya mirinê" ya Tehranê de 400-500 navên mûxalîf hebûn. Ji Emerîka Latîn heta Ewropayê; heta Swîsre, Fransa, Awûstûrya, Tirkiye, komandoyên mirinê 'sîparîşên xwe' bê kêmasî bicih dianîn. Di dorê de Berlîn hebû. Navê di hedefê de lîderê Kurd Dr. Sadik Şerefkendî bû. Li Berlînê di navbera Îraniyan de tevneke xurt a agahiyan hebû. Bi pereyên îstîxbarata Îranê market, cafeyên biçûk, restorant dihatin vekirin, li van deveran agahiyên li ser xebatên dijberiya Îranê bi hêsanî dihatin komkirin.

Yê ku îstîxbarata li Berlînê birêxistin dikir jî Îraniyê bi navê Kazim Darabî bû. Darabî ku di destpêka salên 1980 de ji bo xwendinê hat Elmanyayê, xebatên wî yên sîxuriyê yên ji bo Îranî, hingî ji aliyê îstîxbarata Îngilîz M16 a li li Rojavayê Berlînê hatibû zevtkirin. Îngilîzan ji Elmanan ragihandibûn ku ew ji bo Îranê dixebite. Lê belê, tevî vê yekê jî dest nedabûn Darabî. Piştî ku Tehranê bihîst Sekreterê Giştî yê PDK-Î Dr. Şerefkendî dê ji bo tev li Enternasyonal a Sosyalîst a 15-17'ê Îlona 1992'an bibe biçe Berlînê, beriya du mehan ferman dabû Darabî ku li qadê xebatê bimeşîne.

Darabî bi derdora xwe ya Hîzbûllahê ya li Berlînê re ket nava têkiliyê û ji wan herî kêm 3-4 kes xist nava ekîba operasyonê. Piştî trafîka Berlîn-Tehran a nêzî 2 mehan dewam kir, di 7'ê Îlona sala 1992'an de kujerê sereke Abdul Rahman Banîhashemî ji Îranê hat. Navê wî yê kod Şerîf bû. Di destpêka salên 1980 de li Lubnanê perwerdeya gerîla dîtibû. Di sûîkastan de jî xwedî ezmûn bû. Pîlotê Îranî Ahmed Moradî Talebî yê di sala 1987'an de xwe li Swîsreyê girtibû, bi fîşekên ji çeka wî derketin, jiyana xwe ji dest dabû.

Şerîf kengî hat Berlînê, bi rêya Kazim Darabî bi ciwanên endamên Hîzbûllahê re hevdîtin kir û bi vî rengî dest bi pêvajoya pratîkî ya operasyonê kir. Piştî civînên li dû hev, keşif û provayan dema saet bû 22.50 yê şeva 17'ê Îlona sala 1992'an Şerîf, di dest de çeka otomatîk çêr li derdorê kir û ket hundirê restoranta Mykonos. Li heman pişt wî Abbas Rayyal ê Lubnanî hebû. Ciwanekî din ê Lubnanî Yûsûf Amîn li ber derî nobedar bû, Mûhammed Atrîs jî li kolaneke kêlekê di hundirê Mercedesê de disekinî. Li salona pişt a restorantê Sekreterê Giştî yê PDK-Î Dr. Şerefkendî, Nûnerê PDK-Î yê Ewropayê Fattah Abdolî, Nûnerê PDK-Î yê Elmanyayê Homayoun Ardalan û mûxalîfê Îranî Nûrî Dehkurdî dema can dan, ekîbê plana xwe gotin bi gotin bicih anîbû.

Rojek piştî bûyer, bi wêneyên robot li endamên ekîbê hat gerîn. Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) ji bo kesên der barê kujeran de agahiyan bidin, soza dayîna 50 hezar Mark da. Piştî çend rojan sîxurekî BND cihê Yûsûf Amîn û Abbas Rayyal îxbar kir. Her du li bajarokê Rheine yê li Eyaleta NRW ku 460 km dûrî Berlînê ye li kampeke penaberiyê hatin binçavkirin. Kazim Darabî jî xwe ewle didît, hingî çûbû Îranê û bi awayekî ji xwe bawer, piştî çend hefteyan vegeriyabû Elmanyayê.

Bi girtina Darabî re, kujerekî din ma, abdul Rahman Banîhashemî yê bi navê kod Şerîf. Banîhashemî ji ser Tirkiyê reviyabû Îranê. Tê îdîakirin ku îstîxbarata Elman çavê xwe li reva wî girtiye. Endamên ekîbê yên hatin girtin jî li Dadgeha Eyaletê ya Berlînê derketin pêşberî dadgeriyê. Piştî 246 rûniştinên heta 10'ê Nîsana sala 1997'an dewam kirin, li Kazim Darabî û Abbas Rhayel cezayê bêdawî, li Yûsûf Amîn 11 sal û li Mûhammed Atrîs jî 5 sal cezayê girtinê hat dayîn.

Ji ber ku di qanûnên Elman de cezayê girtinê yê heta dawiya emir nîne, cezayê Darabî û Rhayel veguherandin cezayê 23 salan, cezayê Atrîs jî li gorî dema ragirtinê hat hesabkirin. Der heqê wezîrê îstîxbaratê yê Îranê Alî Fallahiyan de bi rêya Înterpolê biryara girtinê hat derxistin. Rejîma ku Kurdistan dagir kiriye jî, yekemcar ji aliyê edaleta welatekî ve bi pêkanîna "terora dewletê" hat tewanbarkirin. Serokê Komeleya Penaberên Îranî Hamîd Nowzarî yê rûniştinên 3,5 salan ên Mykonosê dişopand, çavdêriyên xwe yên hingî di pirtûkeke bi navê "Li Berlînê hînê dadgehek heye" kom kir. Nowzarî "rojên Mykonos" ji ANF'ê re vegot.

"SÛÎKASTA BERLÎNÊ JÎ JI ALIYÊ EKÎBA VIYANAYÊ VE HAT AMADEKIRIN"

- Doza Mykonos ji bo we çima girîng bû?

Min pêvajoya Mykonos ji rojek piştî 17'ê Îlona 1992'an heta roja bidawîbûna dadgehê ji nêz ve şopand. Bêguman gelek sedemên vê hene, ya yekemîn; ji ber nasnameya min a siyasî ya mûxalîf, ya duyemîn; pêwendiya bûyerê bi penaberên Îranî re hebû ku ez li ser vê mijarê dixebitim. Ya sêyemîn jî Nûrî Dehkordî yê hat qetilkirin hevalê min bû, wî jî li qada penaberên Îranî gelek kar dikir. Ya herî girîng jî ew bû ku dozgerê federal di gilînameya xwe ya destpêka dozê de rejîma Îranê bi karekî terorîstî tewanbar dikir. Ev yek ji bo me gelekî girîng bû, ji ber ku li qada navneteweyî yekemcar Kkomara Îslamî ya Îranê tewanbariyeke bi vî rengî dihat kirin. Her weha wezîrê îstîxbarata Îranê Alî Fallahiyan sê hefte piştî sûîkastê di Cotmeha sala 1992'an de hat Elmanyayê û zext li meqamên Elman kir ku dozê betal bikin. Bêguman vê faktorê jî girîngiyeke mezin da dozê.

- We hemû rûniştinên dozê şopandin? Li salona dadgehê profîleke çawa ya kujer hebû?

Belê, ez û hevalekî min, me 3,5 salan hemû rûniştinên dozê şopandin. Carna dozger û parêzeran digotin 'Hûn ji me bêtir hatin'. Diyar bû ku yekîneyên ewlekariyê yên Îranê di navenda sûîkastê de cih digirtin. Rêxistina Hîzbûllahê ya li Berlînê jî di nava vî karî debû, yek ji aktorên operasyona sûîkastê ew bûn. Çend hefte berî sûîkastê, yanî di rojên destpêkê yên Îlona sala 1992'an de îstîxbarata Îranê payebilindekî xwe yê bi navê Mûhammed Hadî Mûkkadem şand Berlînê. Mûkkadem beriya sûîkasta Dr. Qasimlo serkêşê ekîba çûbû Viyana bû. Wezîfeya wî pêşamadekariyên li Berlînê û komkirina agahiyan bû. Mûkkadem di nava îstîxbarata Îrane de şefê maseya Kurdistanê bû. Kesekî Kurd baş nas dikir bû.

Çend meh beriya hatina Mûkkadem, di Tîrmeha sala 1992'an de du payebilindên îstîxbaratê; Eşker Arşad û Alî Kemalî ji bo operasyonê hatibûn Berlînê. Her du jî weke milê rastê yê Alî Falahiyan dihatin naskirin. Haya vê ekîbê ji tevahiya detayên operasyonê hebû. Di vê navberê de bi Kazim Darabî re têkilî danîn. Darabî yê li Elmanyayê dijiya û ji îstîxbarata Îranê re dixebitî, ji bo ekîbê ji derdora Hîzbûllahê hin nav destnîşan kir. 10 roj beriya sûîkastê yanî di 7'ê Îlona sala 1992'an de ekîba dê operason bikira, hat. Di nava ekîbê de Abdul Rahman Banîhashemî yê di êrîşê de çeka otomatîk bikar anî, hebû.

- Rola Lubnaniyên endamên Hîzbûllahê çibû?

Yek ji kujeran ji xwe Lubnanî bû, yê bi demancayeê êrîş kir. Yê li ber derî, yê wesayîta ekîb pê reviya dijot û yê ev wesayît kirê kir Lubnanî bûn. Divê çend navên Lubnaniyan li gel tîma mirinê bê bicikirin, ku bingeha cînayetê van kesan amade kirin.

"ÇAVKANIYA AGAHIYAN, DERDORA NÊZÎ ŞEREFKENDÎ BÛ"

- Gelo ekîbê çawa dizanîbû Dr. Şerefkendî hatiye Berlînê û wê çevê dê biçe Mykonosê? Di rûniştinan de ev yek zela bû?

Hînê ji mehên havînê ve diyar bû ku Dr. Şerefkendî wê biçe Berlînê. Ji ber ku haya wan jê hebû ku civîna Enternasyonala Sosyalîst wê di 15-17'ê Îlonê de li Berlînê pêk were. Dr. Şerefkendî jî weke Sekreterê Giştî yê PDK-Î dê ev civîn ji dest berneda. Her wiha di pêvajoya jêpirsînê de derket holê ku îstîxbarata Îranê ne yekser be jî agahî ji derdora Dr. Şerefkendî girtiye. Bi kurtasî bêjim; îstîxbaratên ji çavkaniyên cuda dizanîbû ku Dr. Şerefkendî wê biçe Berlînê.

- Ekîba sûîkastê, bi hatina Berlînê re Dr. Şerefkendî ji nêz ve şopand?

Belê, mirov dikarin wiha bêjin. Dr. Şerefkendî û yên pê re, di şeva destpêkê (14'ê Îlon-Duşem) ya hatina Berlînê de li otêleke li kkolana Unten den Linden bicih bûbû. Piştî rojekê, şefê ekîbê di sibeha Sêşemê de bi du kesan re li ber otêlê sekinî bûn. Heman rojê, tevahiya ekîb li derdora otêlê hatin cem hev. Ekîba sûîkastê bi îhtimala ku civîn ne li Mykonos lê li otêlê pêk were, li derdora otêlê jî keşif kiribû. Di şeva 15'ê Îlonê bi 16'ê Îlonê ve girê dida, Nûrî Dohkurdî bi telefonê li xwediyê restoranta Mykonosê Azîz Gaffarî geriya û jê xwest, ji bo rojek piştre ji bo 9 kesan maseyekê amade bike. 

'EKÎBÊ BERIYA 24 SAETAN LI CIHÊ BÛYERÊ PROVA KIR'

- Xwediyê restorantê Gaffarî yê ji êrîşê rizgar bû, ji heyeta dadgehê re behsa çi kir?

Gaffarî diyar kir ku Dohkurdî jê re ragihandiye ku hevdîtin wê êvara Înê pêk were. Lê belê tevliheviya li vir dikare ji ber vê be; dema behsa 'êvara Înê' kir dibe ku xwestiye bêje Pêncşem. Tevî vê yekê jî ekîba operasyonê roja Pêncşemê piştî nîvro agahî stendibû ku hevdîtin wê êvara Pêncşemê pêk were. Ev yek jî nîşan dide ku çavkanî mirovek an jî mirovên gelekî nêzî Dr. Şerefkendî yan jî Dohkurdî ne.

Ez dixwazim niha agahiyeke din a di belgeyeke dadgehê de ji we re ragihînim; Abbas Ryael ê debance bikar anî û Ebû Cafer ê ajokar, saet di 14.00 de li cihekî nêzî Mykonos tên cem hev û dibêjin, 'me cih dîtin, temam e.' 24 saet beriya sûîkastê jî hemî ekîb li restoranta Mykonos provaya êrîşê dike. Yanî, mîna roja êrîşî 2 kes dikevin hundur, yek li ber derî dimîne, yek jî li hundurê wesayitê radiweste.

'DADGEH DI BIN ZEXTA HIKÛMETA ELMAN DE BÛ'

- Di rûniştinan de detaya ku hûn ji bîr nakin çiye?

Dadgeh, bi qasî ku hûn nikarin texmîn bikin di bin zexta Îranê de bû. Ne tenê dadgeh û hikûmeta Elman, şahid jî di binê zextê de bûn. Min dît ku gelek şahidan, îfadeyên xwe Yên dabûn polîsan li dadgehê guherandin. Ji nedîtina rola rejîma Îranê û dev berdana ji gotina "terorîzma dewletê" diyar bû ku awayekî vekirî zext li hikûmeta Elman û yekser jî li dozgerê federal hat kirin.