Şahidên nû yên komkujiyê

Şahidên nû yên komkujiyê

Şahidên komkujiya li bajarokên Kurdan ên Til Eran û Til Hasil ên navçeya Heleb Sefirê, ku ji kuştinê filitîn û niha li kampa Kefarcanê xwe li jiyanê girtine, ji ANF'ê re behsa komkujiyê kirin. Şahidên komkujiyê zehmetiyê dikşînin ku vê drama mirovahiyê bi gotinan bîne ziman û ji yên dibêjin komkujî tineye re bi tenê nifiran dikin.

Komkujiya Eniya El Nûsra, Dewleta Iraq-Şam a Îslamî û nokerên wan ên Kurd ên du hefte berê li bajarokên Kurdan Til Eran û Til Hasilê kirin, bi vegotinên şahidan re her roj ronîtir dibe. Şahidên komkujiyê li hemberî propaganda hin derdoran a dibêjin "komkujî tineye" nerazîbûnek tund nîşan didin û nifiran dikin. Şahid ji van kesan re dibêjin, "Bila werin gundên me bibînin."

Drama mirovahiyê ya li Til Hasil û Til Eranê, bi sedan, bi hezaran mirov bê cih û war hiştiye.

Lê ew mirovên ji cih û warên xwe hatine kirin, hînê şoka kuştina xizmên xwe yên li ber çavên xwe, ji ser xwe neavêtine.

Em bi yek ji şahidên komkujiyê Ehmed Heskevî re li kampa Kefarcanê hevdîtinê dikin. Heskevî got, êrîşkaran li pêşberî çavên wî serê sê kesan jê kirine û berî serê yek ji wan jê bike, bi tiving û keviran serê wî parçe kirine. Heskevî anî ziman ku ew li pêşberî vê hovîtiyê matmayî maye û weha peyivî:

"Mirovên sivîl ên bi navê Rêkan Skeyf, Mûstafa Batûşî û Huseyîn Xemîsî, li malên wan girtibûn. Her sê mirov jî, di encama gulereşandina malên wan de, ew birîndar kiribûn. Werîst xistibûn serê Huseyîn Xemîsî û ew li pişt wesaîtê girêdabûn. Ji ber mala wî heta ber firina Bozan a li meydana Til Eranê kaş kirin. Bi qûndaxa tivingê û keviran li serê Mûstafa xistin heta parçe kirin. Qêrîna wî erd û ezman dilerizand. Piştî ku bi qûdaxa tivingê û keviran serê wî parçe kirin, serê wî jê kirin. Serê herduyên din jî jê kirin û serê jêkirî yê herdu mirovan xistin destê xwe û birin banê firnê. Min ji tiştên didît, bawer nedikir. Min ne dixwest bawer bikim. Min bawer nedikir ku mirov dikare tiştên weha bikin. Eger mirovbûna tiştekî weha nedikir."

ÊŞKENCEYA HOVANE LI CIWANÊ BIRÎNDAR KIRIN

Ehmed Heskevî da xuyakirin ku mirovên beriya serê wan were jêkirin hatin parçekirin, dest û lingên wan hatin jêkirin, ne tenê ev hersû bûn. Pêşiya firin û mizgeftê bûbû qesabxaneya mirovan, bi gotinan nayê ziman. Heskevî hewl da bi vî rengî bîne ziman:

"Ciwanekî me yê bi navê Abdulselam Arîf Bişar, bi birîndarî ketibû destê wan. Anîn pêşiya mizgeftê, destpêkê mil û lingên wî yek bi yek jê kirin. Dûre çenga wî kirin du perçe, bi awayekî zindî. Mirovan nekarî li hemberî qêrînên wî îdare bikira. Piştî ku serê Abdulselam jêkirin, komek şand mala wan. Birayê Abdulselam Abdurrezak Bişar li malê dema razayî bû, zevt dikin. Li pêşiya çavê dayika wî, di xew de bi dehan guleyan lê direşînin û wî dikujin. Qêrîna wan mirovan hînê di guhê min de ye. Bi şev nikarim rakevim, ji ber trajediyeke mirovan dihat jiyîn. Û li gundê me, hovîtiya komên çete hebû."

Ehmed Heskevî diyar dike ku yek ji kesên bi birîndarî ketiye destê çeteyan Semîr Hesen Hawa bûye, mîna hevalên wî beriya serê wî jî jê bikin, bu qûndaxa tivingê bêvila wî dieciqînin û dûre serî jê dikin.

YÊN JI VÊ HOVÎTIYÊ RIZGAR BÛN

Şivan Perwer Şemo yê 15 salî jî, kêliya kuştina kekê xwe Îbrahîm Ehmed Şemo, dike nake nikare ji hişê xwe derxîne:

"Kekê min li pêşiya çavên min kuştin. Diya min porê xwe dikişand. Lê me nekarî tiştekî bikin. Ji ber ku eger me dengê xwe derxistibûya, wê me jî bikuşta. Piştî ku kekê min kuştin, êdî em nekarî li wir bima. Bi şev li gel dê, bav, xuşk û birayên min em 8 kes ji wê derê reviyan. Piştî çend rojan me gihandin vê derê, yanî kampê. Niha dayika min, ji ber êşka kekê min, nikare derkeve nava mirovan. Timî digirî. Em nikarin wê bisekinînin."

Îbrahîm Cûma Ato yê ji destê çeteyan filitî jî, mîna Şivan kekê xwe Ehmed Derwêş Ato di komkujiyê de wenda kiriye:

"Piştî pevçûn sekinîn, birayê min ji bo mala me ji gund derxîne bi molorsîkletê tê gund. Dema diçe malê, li ber derî wî digirin. Ben dixin stuyê wî û heta navenda tenduristiyê ya li Til Eranê li dû wesaîtê kaş dikin. Li wê derê, destpêkê êşkencê lê dikin û dûre kekê min dikujin. Ji xwe dema dayika min, xuşk û birayên min ev dîtin mal terikandin û reviyan. Dema direviyan, min dîtin. Ji ber vê yekê, ti ji me cenazeyê kekê min jî nedîtin. Dûre ji aliyê gundiyan ve li erdekî tê veşartin."

DAYIKA KU CENAZEYÊ KURÊ XWE VEŞART JÎ KUŞTIN

Şahid dibêjin malbatên li Til Eranê dema xwestin cenazeyên xizmên xwe veşêrin jî, rastî êrîşan hatine:

"Du birayên bi navê Evdo Hemûd Rêkan û Evdo Skeyf Rêkan kuştin. Xizmên wan û dayika wan, ji bo cenazeyên herdu birayan veşêrin dibin goristanê. Komên çete hingî diavêjin ser goristanê. Seranser guleyan direşînin. Yên li goristanê ji bo xwe rizgar bikin direvin, lê dayikê nexwest cenazeyên zarokên xwe li wir bihêle. Li wir dayik jî kuştin û cenazeyê wê jî avêtin ser cenazeyên zarokên wê. Hovîtî ewçend dijwar e, lewma bi gotinan nayê vegotin. Gelek mirov, hînê ji tirsa nikare bipeyive, nikare ya hatiye serê wan bîne ziman. Ji ber ku ditirsin ku rojekê bikevin destê wan."

AQÛBETA DÎLGIRTIYAN HÎNÊ NAYÊ ZANÎN

Piştî komkujiyê li Til Eran û Til Hasilê bi sedan Kurd ji aliyê komên çete yên El Qaîdeyê ve dîl hatin girtin. Haya kesî ji mirovên dîlgirtî nîne. Tevî ku tê gotin hejmara sivîlên dîl hatine girtin 300 be jî, hejmara teqez nayê zanîn. Ji xwe ketin û derketina li herdu bajarokan hînê qedexe ye û xetên telefonê qut bûne. Ji bajarokên Til Eran û Til Hasil ku nêzî 4 hezar mirov lê dijiyan, bi tenê çend malbatên xwe jê rizgarkirin navên xizmên xwe anîn ziman.

Navên sivîlên hînê di destê çeteyan de dîlgirtî ne, ku xizmên wan navên wan anîn ziman weha ye: Ûsmana Cûma Ato, Ehmed Hemûd Ato, Huseyîn Mehmûd Baba, Şêro Hesen Bişar ê 19 salî, Xelîl Hesen Bişar ê 14 salî, Hesen Hesen Bişar ê 9 salî, Omer Hesen Bişar ê 6 salî, Meryem Hesen Biyar a 15 salî, Bişar Hesen Bişar ê 33 salî, Behcet Abdullah Esaf, Mehdî Abdullah Esaf, Evdo Îbrahîm ê 16 salî; vana mirovên birîndar in û ji malên xwe hatin girtin.

Her weha tê gotin, Xelîl Hesen Beşîr, Îsmaîl Elî Bişar jî ji ber êşkence li wan hatine kirin, pişta wan şikestiye. Mehmûd Zeyn Abdîn Bişar 15 salî, Hesen Zeyn Abdîn Bişar jî 18 salî ye. Welatiyê bi navê Elî Gaso jî ji ber ku ji mala wî 35 hezar dolar û 6 milyon pereyê Sûriyê hat dizî, ji bo gilî bike çû qereqolê, lê hat girtin û hînê dîlgirtî ye.