Şahîn Oner bigirseyî hate defin kirin
Şahîn Oner bigirseyî hate defin kirin
Şahîn Oner bigirseyî hate defin kirin
Ciwanê 19 salî Şahîn Oner ê duh dema li taxa Şehîdlîk a Yenîşehîra Amedê 15'ê Sibatê şermezar dikir, maşîneya zirxî ya Akrep a polîsan lê xist û jiyana xwe ji dest da li Goristana Şehîdlîkê bigirseyî hat definkirin. Di merasimê de hevalên wî yên xwendekar û mamosteyê wî jî di nav de bi sedan kes amade bûn.
Li taxa Şehîdlîkê ya navçeya Yenîşehîra Amedê komek ciwanên ku xwestin 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê şermezar bikin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Polîsan bi maşîneya zirxî ya Akrep mudaxeleyî komê kir û di mudaxeleyê de ciwanekê 19 salî Şahîn Oner ê xwendekarê pola dawî ya Amadeyiya Gafar Okkan ket bin maşîna zirxî ya Akrep. Oner ku piştî bûyerê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Amedê. Pişti otopisa cenazyê Şahîn Oner malbamtê şevê din cenaze ji morgê wergirtin û anîn goristana Şehîdlîkê ya Yenîşehîrê. Serê sibê cenazeyê Oner, ji aliyê sedan kesên ku di nav de malbat, hevalên wî yên xwendekar û mamosteyên wî jî hene bi sloganên "Şehîd namirin" li Goristana Yenîşehîrê ya Amedê hat definkirin.
Serê sibê bi sedan kesên ku li ber mizgeftê kom bûn, piştî wecîbeyên olî cenazeye Oner hilgirtin û birin goristana Yenîkoyê. Di merasime de xwendekarên Amadeyiya Gafar Okkan jî neçûn dibistanê li ser gorê amade bûn. Darbesta Oner bi ala PKK'ê hat pêçan û li ser milan heta goristanê birin. Komê di meşê de bê navber sloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Hêsirê dayîkan dê kerdogan bi fedisîne" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" qîr kirn. Girsê piştî darbesta Oner li ser milê xwe heta gorê birin li ser gorê jî bi sloganên "Şehîd namirin" defin kirin. Piştî cenaze hat definkirin girsê û hevalên Oner ên xwendekar bi yek dengî sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Di merasimê de dayîka Oner û hevalên wî zimêr lorandin. Li gel ku cenazeyê Oner hat definkirin jî heta demek dirêj malbat û xizmên Oner ji ser goristanê neqetiyan û zimêr lorandin.
Di demjimêrên serê sibê de esnafên semta Şehîdlîkê ku duh Oner jiyana xwe lê ji dest da, dikanên xwe venekirin û neçûn ser kar. Rêxistina BDP'ê ya Amedê dê ji bo Şahin Oner di demjimêr 14.00'an de li ber Komeleya Hemwelatiyên Azad û Wekhev a Şehîdlîkê meşek bi girseyî pêk bîne.