Sakik bersiv da Eronat û Erdogan
Sakik bersiv da Eronat û Erdogan
Sakik bersiv da Eronat û Erdogan
Parlamenterê BDP'ê yê Mûşê Sirri Sakik, der barê nîqaşa li Meclîsê ya di dema nirxandina butçeyê de rû dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Sakik diyr kir ku Eronat a AKP'yî bi rêya wekîliyeke hatiye desteserkirin heqaretan dike û pirsa, "Gelo, ji bo Roboskî dilopek rondik ji çavên wê daketiye xwarê?" kir.
Sakik got, "Em bûn şahidên herî nêz ê bandora giran a êşan li ser mirovahiyê. Jiyana me ya siyasî li goristanan, morgan, girtîgehan, bi qedexeyan, bi kuştinên kiryar nediyar, bi kuştinên bêdaraz û îşkenceyan derbas bû. Li gel êşên me, tevî empatiya nehatiye kirin û digel dûayeke ji miriyên me re nehatiye dayîn, me ti carî êşên xwe bi yên din re neanîn pêşberî hev. Zarokên me hebûn ku ji bedena wan zêdetirî emrê wan fîşek jê derket. Keçên me hebûn, ku dayikan parçeyên wan di dawa xwe de kom kirin. 34 ewladên me hebûn ku bai balafirên şer canê wan hatin parçekirin. Di sala 2. a komkujiya Roboskî de xwîna 34 canên me ziwa bû, lê rondikên çavên me hînê diparin." Sakik diyar kir ku hewldanên wan ên ji bo aştiyê dimeşînin, nîşaneya herî berçav e ku ew li ser van êşan polîtîkayê nameşînin.
Sakik da xuyakirin ku tevî ew êşa wekîla mijara gotinê weke êşa xwe dibînin jî Oya Eronat a AKP'yî li hemberî van êşan reflekseke biçûk jî nîşan nedaye.
Sakik pirsa "Gelo wê ji bo Roboskî dilopeke rondik barandiye?" li Eronat kir û bibîr xist ku Eronat bi vîna gel neketiye meclîsê.
Sakik got, "Gelo bi vîna gel hatiye? Yan jî bi operasyoneke nîvê şevê ya YSK'ê hatiye? Bila rabe, bersiva vê bide. Ew, hemû heqaretên xwe bi rêya wekîliyeke hatiye xespkirin, li me dike."
Sirri Sakik bersiv da gotina Erdogan a digot "Divê ji Eronat lêborînê bixwaze."
Sakik got, "Gelo wî ji 34 canên me lêborîn xwestiye lê me nebihîstiye? Gelo ji bo Medenî Yildirim ê li Licê hat qetilkirin lêborîn xwestiye lê me nebihîstiye? Gelo ji bo Veysel û Mehmet Reşît Îşbîlîr ên li Geverê hatin qetilkirin lêborîn xwestiye lê me nebihîstiye? Gelo ji bo Bêmal Tokçû yê ji ber bombeya gazê ya polîsan li Geverê birîndar bû û îro jiyana xwe ji dest da, lêborîn xwestiye lê me nebihîstiye?"