Sakîne li ser gora xwe ji aliyê hezaran kesî ve hate bîranîn
Sakîne li ser gora xwe ji aliyê hezaran kesî ve hate bîranîn
Sakîne li ser gora xwe ji aliyê hezaran kesî ve hate bîranîn
Dêrsim di roja 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê de di dîrokê de bû şahidê çalakiya herî mezin ya jinan.
Li Dêrsimê di mitînga bi şîara ‘Ji Rosayan heya Sakîneyan, soza we soza me ye, rêya we rêya me ye’ û ‘Em dê xwe rêxistin bikin û berxwe bidin, em dê berxwe bidin û qezenc bikin’ li Qada Seyîd Riza pêkhat, bi hezaran jin ji Mûş, Şirnex, Amed, Riha ji 11 bajaran hatin tevlîbûn.
Di mitîngê de girêdan û xwedî derketina li 3’ê jinên siyasetmedar yên li 9’ê Çileyê li Parîsê bi sûîqestê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz ku yek ji damezirênerên PKK’ê û pêşengê tevgera azadiya jina Kurd, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi awayek xurt derket holê.
Jinan bi sloganên ‘Sakîne, Leyla, Fîdan di nava me de ne’ bersiv dan kujeran û soz dan ku ew dê tekoşîna wan hîn bilindtir bikin.
Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak di mitîngê de axaftinek kir û got; “Em ji bo mêvandariya Sakîneya ku qasî Mûnzûrê bi esil di herike û qasî Dêrsimê jiyana wê bi berxwedane hatin. Em li ser warê yek wek te şoreşgeran soz didin. Heta li vî welatî civakek azad bê afirandin em dê tekoşînê bidin berdewam kirin”, em dê bersingê kujerên komkujiya Parîsê neberdin.
Piştî mitînga ku ji destpêka wê heya dawiya wê biryardariya berxwedan û tekoşînê hate dayîn, bi tîlîlî û slogana heya Goristana Asrî ya Dêrsimê ku gora Sakîne Cansiz li wire meşiyan.
Di serdana goristanê de ku gora Sakîneyê bi gulan xemilandin, lorikên bi Dimilkî û Kurmancî gotin. Her wiha gotina dayîkekê ya ‘Sakîne nemiriye, Ew her tim di dilê dayîkan de ye, di dilê jinan de ye’ dil şewitand.
Vêca niha hinek dîmenên ji mitîng û serdanên goristanê...