Sala 1985 Mandela sala 2012 Erbey

Sala 1985 Mandela sala 2012 Erbey

Yekitiya Parêzerên Ewropayê xelata îsal a Ludovic Trarieux a ku cara yekem sala 1985ê hêjayê Nelson Mandela hatibû dîtin, hêjayê parêzvanê mafê mirovan ê Kurd Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Muharrem Erbey ê ku ji doza KCK’ê hatiye girtin hate dîtin. Xelata ku hêjayê Erbey hate dîtin, dê 30ê mijdarê bi beşdariya Wezîra Dadê ya Alman Sabine Leutheusser-Schnarrenberger bi merasimekê li Berlînê bê dayin.

Bûyera Dreyfus ne tenê li Franseyê, di heman demê de di dîroka Ewropayê de yek ji skandalên herî mezin ên huqûqê bû. Sala 1894ê berbazê Frensî yê bi eslê xwe Cihû Alfred Dreyfus bi awayek neheq bi “sîxûrtî û xayintiya welat” hate tawanbarkirin û hate darizandin. Ev doza li hemberî tevî nivîskarê Fransî yê navdar Emile Zola û gelek rewşenbîrên din veguherî “nêçîra pîrebokan”.

Ludovic Trarieux tenê sala 1895ê bû wezîrê dadê yê Franse yê û wê demê yek huqûqnasên ku gotibû Derfus mafdar e bû. Trarieux, ji ber bandora skandala Dreyfus sala 1898ê yek ji saziyên mafê mirovan ên Ewropayê Komkara (lîg) Mafê Mirovan ava kir û 6 salan serokatiya wê kir.

DREYFUS-MANDELA-ERBEY

Yekitiya Parêzerên Ewropayê jî ji sala 1985ê ve xelata mafê mirovan a bi navê Ludovic Trarieux dide. Yekitiyê sala 1985ê xelata yekemîn dabû rêberê Efrîkaya Başûr Nelson Mandela ku wê demê parêzer bû. Di wê demê de Nelsona Mandela jî di girtîgehê de bû û parêzer Muharrem Erbey jî niha di girtîgehê de ye.

Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxa Amedê Mûharrem Erbey ji berfanbara 2009 ve di çarçoveya doza di bin navê KCK’ê de li hemberî siyaseta Kurdan tê meşandin de hate girtin û ji wê rojê heta niha girtî ye. Roja 30ê mijdara li Berlînê ji bo xelatdayina Erbey merasimek pêk bê. Erbey ku di heman demê de nivîskarê pirtûka çîrokan a “Kayip Serçe” (Beytika Winda) ye jî ji ber wêrekiya xwe ya di pîşeyê xwe de hêjayê xelatê hate dîtin. Dê Wezîra Dadê ya Alman Sabine Leutheusser-Schnarrenberger tevlî merasimê bibe.

DOZA ERBEY DI ROJEVA WEZÎRA ALMAN DE YE!

Wezîra Alman Schnarrenberger jî di rojên borî de li ser daxwaza Yekitiya Parêzerên Almanyayê dabû diyarkirin ku ew dê di hevdîtinên xwe yên li Enqereyê de doza Muharrem Ebey bîne rojevê. Alîkarê Serokê Yekitiya Baroya Berlînê ya Yekitiya Parêzerên Ewropayê Bernd Hösler, çûbû Amedê û rûniştina doza Erbey şopandibû.

Hosler dabû diyarkirin ku ger mirov mûameleya terorîstan li parêzvanek mafê komeke etknîkî bike, ev yek tiştek bê wate ye û gotibû: “Li hemberî 150 kesan doza hatiye vekirin. Ji vana 95 kes girtî ne. Ez bawer nakim ku dozek wiha di nava dewleta huqûqê de çêbibe."