Li gorî îstatîstîkan, di sala par de nêzî milyonek penaber berê xwe dan Almanyayê û bi vî awayî ji sala 1996 ve bû sala ku herî zêde penaber hatin Almanyayê. Di serî ji ber krîza aborî ya li Yewnanîstan, Spanya, Polonya û Macarîstanê bi giştî 958 hezar kes berê xwe dan Almanyayê û li wir bi cih bûn.
Li gorî reqemên Daîreya Îstatîstîka Almanya Federal, krîza aborî ya li Ewropa û li beramberî vê krîzê bandoriya xwe ragirtina Almanyayê, di sala 2011’an li gorî sala borî hêjmara penaberan ya vî welatî sedê 20 zêdebûye û gihaye 1 milyonî. Ev reqem di nava 16 salên dawî de, reqema herî bilinde.
Welatên ku herî zêde penaberan didin Almanya ne welatên feqîrin, welatên Yeketiya Ewropa yên weke Yewnanîstan, Spanya, Macarîstan û Polonya ne.
Sala borî penaberên ku ji Yewnanîstanê hatîne ji sedê 90, yên ji Spanyayê jî hatine sedê 52 zêdebûnek çêbûye. Li beramberî vê jî ji welatên ne endamên YE’yê penaber di sînorek kêm de hatine Almanyayê.
Li gorî vê, li parzemîna Asyayê sedê 11, ya Afrîqayê jî tenê sedê 1 zêdebûn çêbûye. Di sala 2011’an de yek milyon mirov hatine Almanyayê, her wiha 679 hezar kesên li vî welatî jiyan dikin jî welat terikandine. Yên ku welat terikandine jî sedê 70’ê xwe ji kokên welatên cûda ne.