Salih Muslim: Biryara astengkirinê di navenda PDK'ê de hat wergirtin

Salih Muslim: Biryara astengkirinê di navenda PDK'ê de hat wergirtin

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim di panêla li Weqfa Rosa Luksembûrg de der barê astengkirin çûyîna xwe ya Başûrê Kurdistanê axivî û got, "Biryara astengkirinê di navenda PDK'ê de hat wergirtin. Lê belê ne ku mîna wan got, ez ji ser Enqere, Tehran, Şam û Bexdayê derneketim, bi vîna xweser a gelê Kurd derketim derveyî welat."

Li salona konferansê ya Weqfa Rosa Luksembûrg a paytexta Elmanya Berlînê, bi beşdariya Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê (PYD) Salih Muslim, panêlek hat lidarxistin. Moderatoriya panêla duh danê êvarê hat lidarxistin ji aliyê nivîskarê rojnameya Ozgur Polîtîkayê Selîm Ferat ve hat kirin. Ferat bal kişand ser girîngiya Rojavayê Kurdistanê ya di dîrokê de û mafê axaftinê ji Muslim re hişt.

Di panêla bi beşdariyeke girseyî de Muslim bi vegotina kurê xwe Şervan Muslim ê di pevçûnên navbera YPG û çeteyan de jiyana xwe ji dest da, dest bi axaftina xwe kir. Muslim ragihand ku Şervan ji biçûkatiya xwe ve li dijî neheqiyê derdiket û mirovekî berxwedêr bû û got, "Ez dizanim di nava me de malbatên şehîdan ên xwişka xwe, birayê xwe, bavê xwe, keça xwe, kurê xwe winda kirine hene. Ez jî êdî yek ji we me. Ji ber bavê şehîd im, ez ser bilind im."

"LI TIL KOÇER NE BI TENÊ ÇETEYAN WINDA KIR" 

Muslim bi kurtasî behsa şerê navxweyî yê li Sûriyê ku di sala 2011'an de destpê kir û dîroka şoreşa Rojava kir û got, "Em bi çavgirtî ber bi şoreşê ve nemeşiyan. Me bi hêz dest bi şoreşê kirin. Dema me dest bi şoreşê me kirin, me ji ezmûnên Şêx Seîd, Seyid Riza, Barzanî, Dr. Qasimlo û Serok Apo sûd wergirtin." Lîderê PYD'ê Muslim diyar kir ku ji sala 2004'an û pê ve rejîma Sûriyê zext û îşkenceyên giran li wan kiriye û got, "Şoreşa li Rojava tê jiyîn şoreşeke dîrokî ye. Me mafê parastina rewa ji xwe re esas girtin, me hemû komên etnîkî û dînî yên li Rojava parastin. Me saziyên xwe yên sivîl ava kirin û bi hemû pêkhateyan re Meclîsa Gel a Rojava damezrandin. Ji bilî çend bajaran, hemû herêm di destê me de ye. Ji ber ku em bi fikarin bi destê hin hêzan şerê Kurd-Ereb were derxistin, em vê gavê dest danînin ser rêveberiya van bajaran.

Niha jî em li hemberî çeteyên ku îdîa dikin ku ji bo cîhadê şer dikin, têdkoşin. Lê em baş dizanin ku evana maşik in. Vana îdîa dikin ku Kurd kafir û bê dîn e. Ji derbeya ku DYE û hêzên rojava di nava 10 salan de li Efganîstanê li El Qaîdeyê xist, me gelekî jê zêdetir di nava salekê de lê xist."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, bidestxistina deriyê sînor û bajarê Til Koçer ji aliyê YPG'ê ve, bi van gotinan nirxand: "Li Til Koçerê bi tenê çete têk neçûn, di heman demê de hêzên li pişt wan jî derbên mezin xwarin. Rojava ev 6 meh in di nava dorpêçiyeke mezin de ye, bi deriyê nû re êdî emê vê dorpêçiyê bişkînin."

'EZ BI HÊZA CEWHERÎ YA GELÊ KURD DERKETIM DERVEYÎ WELAT'

Muslim ragihand ku ji bilî Kurdan wan ji kesî ti alîkarî nestendiye û got, "Derman û xwarina li her çar perçeyên Kurdistanê Kurdan bi derfetên xwe kom kirin, bi mehan li deriyên sînor hatin rawestandin. Zivistana bihurî gelê Rojava di nava şert û mercên gelekî giran de derbas kir. Kamyonek dermanan ji bo ji Başûrê Kurdistanê were derbaskirin, carna 10 rojan carna jî mehekê em mijûl dibûn. Rêveberiya Başûr jî mîna sedeqeyê bide ji bilî çend tanker sotemeniyê ti alîkarî neda, me ev ji bîr nekirin."

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim der barê astengkirina çûyîna wî ya Başûrê Kurdistanê de ev agahî da: "Dema li Hewlêrê bûm ji min re gotin ku di çûyîn û hatina Rojava de ti pirsgirêk nîne. Ez jî li ser vê yekê, ji bo serdanên sersaxiyê yê ji bo kurê min Şervan pêşwazî bikim, çûm Rojava. Lê belê di vegerê de pêşî li min girtin, çend rojan li ber deriyê sînor sekinîm. Dizanim ku ev astengî yekser di civîna navenda PDK'ê de hatiye wergirtin. Di ser de jî gotin ji ser Enqere, Şam, Tehran û Bexdayê derbas bibe. Lê belê min bi ya wan nekir. Ez bi vîna cewherî ya gelê Kurd bi hêza gelê Kurd derketim derveyî welat."

"EMÊ DESTÛRÊ NEDIN KU CENEVRE BIBE LOZAN"

Muslim diyar kir ku di meha pêş de hêzên navneteweyî wê li Cenevre ji bo çareseriya krîza Sûriyê konferansê lidar bixin, beşdariya Kurdan gelekî girîng e û got, "Kurd li eniyan têk neçûne, timî li dora masê winda kirine. Lê belê vê carê wê bi vî rengî nebe, bila kes bi me re bazariyê neke, emê destûrê nedin Cenevre bibe Lozan. Di vî warî de em hemû amadekariyên xwe dikin."

Panêla ku li pêwendiyeke mezin rast hat, bi bersvidayîna pirsan bi dawî bû.