Salih Muslim dê di parlemantoya Rûsyayê de biaxive
Salih Muslim dê di parlemantoya Rûsyayê de biaxive
Salih Muslim dê di parlemantoya Rûsyayê de biaxive
Şandeya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rûsyayê bi rayedarên Rûsya re civiyan û Hevserokê PYD'ê Salih Muslim dê di 19'ê kanûnê de li parlemantoyê Rûsayayê axaftinekê bike. Hate gotin ku şande dê bi rayedarên Çînê re jî bicive.
Şandeya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, Nûnerê PYD'ê yê Ewropa Ebdulselam Ehmed û Nunerê PYD'ê li Firansa Dr. Xalid Îsa pêk dihat li gel Cîgirê Wezîrê Karê Dervê yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov û Rêveberê Kar û Barên Rojhilata Navîn di Wezareta Derve ya Rûsyayê de û berpirsiyarê Dosya Sûriyê li avahiya Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê civiyan. Derbarê civînê de Nûnerê Firensa yê Pariya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dr. Xalid Îsa derbarê hevdîtina şandeya PYD'ê de li Rûsyayê agahî dan ANHA'yê. Dr. Îsa diyar kir ku civîna wan li ser vexwendina rayedarên Rûsyayê pêk hat û got di civîn de rewşa li Sûriyê bi giştî û civîna Cenevreyê 2'an hatin gotûbêjkirin. Îsa, destnîşan kir ku rayedarên Rûs ji wan re ragihandine ku Tirkiyê, Erebistana Siûdiyê û Qeter zextê li Emerkî dikin ku di civîna Cenevreyê 2'an de doza kurdan neyê gotûbêjkirin.
Îsa, da xuyankirin ku wan ji rayedarên Rûs re tekez kirine ku negengaz e bê gotûbêjkirina pirsgirêka kurdan Civîna Cenevre bi ser bikeve. Xalid Îsa, got ku Rayedarên Rûsyayê jî pirştgiriya tevkîbûna kurdan bi yek şandeyê tevlî civîna Cenevre 2 bibin, kirin.Her wiha gotin negengaz e PYD'ê ji civîna Cenevre bê dûrxistin.
Xalid Îsa, diyar kir ku îro jî şandeya PYD'ê li ser vexwendina Dêra Artodoks a Moskowê dê biçin serdana Dêrê û hevdîtinan bi rayedarên Dêrê re bikin. Her wiha dê hevdîtinan bi nûnerên din ên rêxistin û partiyên Rûsyayê re bikin.
Îsa, da zanîn ku sibe jî dê li perlemantoya Rûsyayê bin û dê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim û ew jî di perlemantoyê de li ser Rewşa Sûriyê û Rojava biaxivin. Xalid diyar kir ku dê li wir bi nûnerên partiyên Rûs re bêne cem hev û rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi wan re nîqaş bikin.
'DI 21'Ê KANÛNÊ DE EM Ê BI NÛNERÊN ÇÎNÊ RE BICIVIN'
Xalid Îsa da zanîn ku dê 19'ê kanûnê ji Rûsya berê xwe bidin Cenevreyê û li vir di 20 mehê de hevdîtinan bi gelek rayedaran re bikin, her wiha tekez kir ku dê di 21'ê kanûnê de jî li ser daxwaza rayedarên Çînê bi wan re bêne cem hev. Îsa, destnîşan kir ku dê di civînê de rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nîqaş bikin.